Hêzên Ewlekariyê: Êriş berdewam dikin, agirbest ne rast e

  • 16:23 10 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxa Şêxmeqsud a Helebê, destnîşan kir ku îdîayên ku dibêjin Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê agirbest îlan kiriye û li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir endamên Hêzên Ewlekariyê hene, ne rast in. 
 
Derbarê îdîayên Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dibêje li Şêxmeqsudê agirbest îlan kiriye û her wiha têkildarî îdîayên wê yên ku li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir çekdar hene de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsûdê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
 
Daxuyanî bi vî rengî ye: 
 
“Rayedarên desthilatdariya Şamê îddia dikin ku di vê kêliyê de li Şêxmeqsûd agirbest ragihandine û îddia dikin ku di Nexweşxaneya Xalid Fecir de hêzên me yên çekdar hene.
 
Ev herdu îddia jî ne rastin û ji rastiyê dûr in. Li taxê di navbera hêzên me û çeteyan de pevçûn berdewam dikin. Çete bi hemû hêza xwe û bi piştgiriya balafirên Bayraktar êrişên xwe berdewam dikin. Hêzên me jî parastina taxên xwe bi awayekî fedaiyane didomînin.
 
 Me di daxuyaniya xwe ya beriya niha de jî îfade kiribû ku di nexweşxaneyê de hêzên me nîn in û kesên li wir hemû însanên sivîl in, kesên birîndar in, jin û zarok in.
 
Em dubare bang dikin ku saziyên mafê mirovan ên bê alî werin nexweşxaneyê kontrol bikin û rastiyê bi xwe belge bikin.
 
Daxuyaniyên çeteyan bi armanca rewakirina komkujiya ku dixwazin di nexweşxaneyê de pêk bînin e.”