Rêveberiya Xweser: Parastina sivîlan armanca me ye

  • 11:08 10 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên hikumeta demkî ya Sûriyeyê daxuyanî da û got: “Parastina sivîlan armanca me ya pêşîn e.”
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê de daxuyaniyek weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em diyar dikin ku parastina sivîlên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê armanca me ya pêşîn e. Ji ser vê yekê em pêşniyara hêzên navneteweyî yên navbeynkar a bicihkirina hêzên li Şêxmeqsûdê li rojhilatê Firatê bi awayekî ewle pêşwazî dikin, lê bi şertê ku parastina hebûna Kurdan û meclisa xwecih a niştecihên herdu taxan li gorî peyaman 1’ê Nîsanê werin mîsogerkirin."