Şêxmeqsud û Eşrefiyê 72 saetin di bin bombebaranê de ye
- 11:08 8 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê, ev 72 saetin bi topên obus, hawan, dron, tang û çekên giran ên cur bi cur êrişî taxên Şêxmeqsud, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê dikin. Balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî, li ser taxê digerin.
Komên çete yên bi navê El-Hemzet, Nuredîn Zengî, Sultan Murad El Emşat, di bin sîwaneya Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê de kom bûne, ji 6’ê Çileyê ve êrişî taxên Şêxmeqsud, Eşrefiyê û Benî Zêd dikin.
Di wezareta parastinê ya Hikûmeta Demkî de, koma El Hemzet wekî firqeya 72’yan, Sultan Murat wekî Firqeya 76’an hatiye binavkirin. Lê herdû kom jî di lîsteya terorê ya navnetewî de cih digirin, herî dawiyê Birîtandayê navên serokçeteyên wan xistibûn lîsteya cezayan. Balkêş e ku ev komên behsa mijarê, zêdetirîn girêdayî dewleta Tirk in.
Piştî daxuyanî û gefên herî dawî yên rayedarên dewleta Tirk, van komên çeteyan 6’ê Çileyê dest bi êrişên dijwar kirin.
Êrişên çeteyan di roja 4’an de jî bi dijwarî didomin. Duh (7 Çile) çeteyan êrişî Girê Kastelo kiribûn û hewl dabûn ku ji wir jî bikevin taxa Şêxmeqsud. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herdu taxan bersiva tund dabû û êriş têk biribû. Çeteyên ku gelek windahî dabûn, reviyabûn.
Li taxa Benî Zêd jî, duh (7 Çile) êrişa çeteyan hatibû têkbirin û tangek wan hatibû rûxandin. Her wiha dronek çeteyan hat xistin.
Çeteyên ku nekarîn bikevin taxan, heta sibeha 8’ê Çileyê bi çekên giran êrişên xwe dijwartir kirin. Çeteyan bi topên obusan, hawan, dron, tang, fuze û gelek cureyên çekên giran êriş domandin. Di saetên serê sibehê de jî, hewl dan ku bikevin taxaên Şêxmeqsud û Eşrefiyê. Li ser vê yekê Hêzên Ewlekariyê bersivên tund dan û êriş têk birin. Çeteyên ku gelek windahî dan, paşve vekişiyan.
Çavkaniyên herêmê ragihandin ku dewleta Tirk ji bilî destekdayîna çeteyan balafirên keşfê şandine herêmê. Çavkaniyan diyarkirin ku ji şevê din hata sibehê 5 balafirên keşfê li ser taxan geriyan e.
Komên çete ku gelek windahiyan didin, malên sivîlan û sivîlan bixwe jî dikin hedef. Ji ber êrişan di malên hinek welatiyan de şewat derket. Li taxa Benî Zêd jî di êrişa dronê de 2 sivîl birîndar bûn, lê ji ber êrişan demeke dirêj li kolanê man, welatiyan nekarîn wana veguhêzin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê belav kirin, di êrişan de heta niha 8 kes hatin qetilkirin û 57 kes jî birîndar bûne.
Li hemberî êrişên çeteyan ku hîn jî didomin, berxwedana hêzên ewlekariyê û şêniyên taxê berdewam dike.







