ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2026'AN
- 09:00 9 Çile 2026
- Rojev
*"Xeta Sêyemîn ku xwe dispêre kapasîte û meşandina siyasetê ya komên civakî yên berfireh ên ji derveyî desthilatdariyê, di heman demê de hedef dike ku kapasîteya meşandina siyasetê ya aliyên berfireh pêş bikeve." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Jinên wê ji Enqereyê û Îzmîrê tevli mitinga 10'ê Çileyê bibin, diyar kirin ku ew li dijî pergala ku mahkumê tarîtiyê dike di 10’ê Çileyê de li Qada Tandogan a Enqereyê ne û banga tevlibûna Mîtînga Jinan a Mezin kirin. DÎMEN HEYE
* Femînîst aktîvîst Sylvîe Jan ku bi Fîdan Dogan ya hat qetilkirin re hevaltî kir wiha got: “Rojbînê demokrasî û aştî xeyal dikir. Di vê mijarê de hêviyên wê hebûn. Van rojan wê gelek difikirim. Ji ber vê jî wê ev riya aştî û demokrasiyê pêşeroja me hemûyan ronî bike.”
*Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê bi armanca keda jinê bê dîtin, koperatîfbûyîn û hilberîna hevpar xurt bibe di 11’ê Çile de li Stenbolê hevdîtina keda jinê pêk tîne. Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê Dîdem Yilmaz der barê mijarê de axivî û da zanîn ku hevdîtin di alî têkoşîna civaka demokratîk û azadiya aboriya jinê de girîng e.
*Endama Kordînasyona KJAR’ê Çîmen Şîne da zanîn ku jin bi jin jiyana azadî xurt bûne û got: “’Îran bi jin jiyan azadî hejiya. Em bi awayekî xurt tevlibûna pêvajoyê girîng dibînin. Bi pêşengiya jinan wê Îrana demokratîk pêş bikeve. Wê rejîma zextxwir biçe.”
*Jinan di bersiva êrîşên li ser Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd de gotin, "Kobanî neket, û Eşrefiye jî wê nekeve. Rojava şoreşa jinan e û wê wiha berdewam bike." BI DÎMEN







