Jinên Rojhilat: Çalakî berdewama serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ye

  • 18:01 7 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 6 Rêxistinên civakî yên jinên Rojhilatê Kurdistanê, danezakê hevpar weşandin û tê de diyar kirin ew xwepêşandanan wekî dewama serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dibînin.
 
6 rêxistinên cibakî yên jinan ên li bajarên Sine, Seqîz û Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê danezaneke hevpar weşandin di danezana xwe de protestoyên ku di rojên dawîn de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tên lidarxistin weke dewama serhildana ‘Jin, Jiyanî Azadî’ pênase kirin û diyar kirin ku xwepêşander ji bo parastina jiyana civakî, mafên debarê û mafê jiyanê derketine kolanan.
 
Di danezanê de hate destnîşankirin ku rewşa heyî ya li Îranê, encameke polîtîkayên tundiyê yên sîstematîk ên têkildarî parastina desthilatdariya hikûmeta Îranê ne, ev polîtîka xwepêşandanên aşitiyane weke gefekê dibînin û bi gule û binçavkirinan bersivê didin van.
 
Di danezanê de xwepêşander weke xwediyên daxwazên azadî, wekhevî û rûmeta mirovahiyê hatin pênasekirin û hate destnîşankirin ku di armanca xwepêşanderan de jiholêrakirina desthilata zextkar û serweriya mêran heye.
 
Her wiha hat diyarkirin ku divê hemû jinên Kurd li gel xwepêşanderan bêyî şert û merc di nava piştevaniyê de bin û bal kişandin ser hiyarbûn, yekîtî û têkoşîna birêxistinkirî. Di dawiya danezanê de jî hate îfadekirin ku pêşeroja ku tê daxwazkirin xwe dispêre demokrasî, wekheviya zayendî û beşdariya gel a rastîn.