Yekitiya Jinên Kurd ên Ewropayê êrîşên li ser Rojava û Rojhilat şermezar kir

  • 19:07 8 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ên Ewropayê êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û êrîşên rejîma Îranê li dijî xwepêşandaran şermezar kir û daxuyand ku bi van êrîşan re jiyana bi rûmet û hewldanên aştiyê hedef tê girtin.
 
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ên Ewropayê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û êrîşên rejîma Îranê li dijî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir.
 
Di daxuyaniyekê de bal kişand ser Peymana 10’ê Adara 2025’an de di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin. Hat diyarkirin ku ev peyman ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pir rengî û hevgirtî gavek dîrokî ye û hat destnîşankirin ku armanca êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sabotekirina pêvajoyê ye. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: "Tevî ku Rêveberiya Xweser helwesteke neyînî nîşan nedaye jî, bi tank, top û çekên giran re hewldana dagirkirina taxên Kurdan berdewam dike. Divê neyê jibîrkirin ku îradeya ku li Rojava derketiye holê qet serî natewîne. Divê hikûmeta demkî ya Şamê li gorî şertên Peymana 10’ê Adarê tevbigere. Li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jinên Kurd û gelê Kurd ji 28’ê Kanûna 2025’an vir ve li dijî polîtîkayên zext û tundiyê yên rejîma Îranê li ber xwe didin. Rejîma Îranê hewl dide ku mafê rewa yê xwepêşandanê di bin navê "terorîzmê" de bitepisîne û êrîşên sîstematîk li dijî jin, ciwanan û kesên ku jiyaneke bi rûmet dixwazin pêk tîne.”
 
Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta demkî ya Şamê û rejîma Îranê hat kirin ku dawî li pêrîşên xwe bînin û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û wiha berdewam kir: "Polîtîkayên dijminane yên li dijî gelê Kurd qet sûdê neda tu netewe, partî û welatan. Kurd li ser axa xwe, li çar parçeyên Kurdistanê ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşin û bi vî rengî dijîn. Lê amade û bi biryar e ku li hemberî hemû gefan xwe biparêze.  Ji ber vê yekê, bang ji berpirsiyaran re ev e; li gorî pîvanên mirovahiyê, hiqûq û edaletê tevbigerin û ji bo jiyana hevbeş di nava hewldanê de bin. Wekî platformê em berxwedana gelê xwe li Rojhilat û Rojava silav dikin. Û em dibêjin: Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê yek parçe ne."