Tulay Hatîmogullari: Aştiya li Sûriyeyê dê Tirkiye û herêmê bi hêz bike

  • 15:02 6 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de bertek nîşanî gefxwarinên Devlet Bahçelî û rêyedarên Tirkiyeyê li dijî HSD'ê da û got: “Ev pêvajo bi van gefxwarinan bi pêş ve naçe. Divê desthilat dest ji gefxwarinê berde. Em ji MHPê re jî dibêjin; zimanê gexwarinê aştiya herêmî bi xwe re nayîne.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.
 
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku ew hêvî dikin sala 2026an ji bo gelan bibe sala aştî, aramî, wekhevî û azadiyê. Tulay Hatîmogullari mamosteyê Çapemeniya Azad nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykol jî bi bîr anî û got ku mamoste Huseyîn ne tenê di navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Şoreşgerên Tirkiyeyê de pirek bû, di heman demê de çinara Çapemeniya Azad bû.
 
Tulay Hatîmogullari bi minasebeta salvegera 10'emîn a Pakize Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Uyar ku di 4'ê Çileya 2016'an de di qedexeya derketina derve ya Silopiya de hatibûn kuştin bi bîr anî. Tulay Hatîmogullari diyar kir ku sala 2025'an ji bo gelên Rojhilata Navîn saleke tije derbas bûye. Tulay Hatimogullari bi rasthatina sala nû endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku di sala 2025'an de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.
 
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser erdheja 6'ê Sibatê ya 2023'yan û got ku tevî 3 sal derbas dibin jî birînên mexdûrên erdhejê nehatine kewandin û bang li rêyedaran kir ku ji pirsgirêkên mexdûrên erdhejê çareser bikin. Tulay Hatîmogullari bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a a Ewropayê ya ji bo Selahattîn Demirtaş û girtiyên doza Kobanê û xwest biryarên dadgeha navborî pêk were û girtiyên siyasî bên berdan.
 
‘Êdî dem dema avêtina gavan e’
 
Tulay Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku banga 27'ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2025'an de bûye hêvî û got: “Tevgera Azadiyê li ser banga birêz Ocalan îradeyek nîşan da. Hemû dinyayê jî ev yek dît. Birêz Ocalan bi banga xwe ji bo aştiyê derfetên mezin afirand. Weke DEM Partiyê me jî berê xwe daye demokrasiyê û hêviya me jî siberojek bi edalet e. Me jî li ser vê esasê hem muzakere û hem jî têkoşîn bi hev re da meşandin. Li Meclîsê jî komîsyonek ava bû. Komîsyonê bi birêz Ocalan re jî hevdîtinek pêk anî. Bi vê yekê pêvajo jî derbasî merhaleyeke nû bû. Lê desthilat û dewlet li gorî van geşedanan gavên berbiçav neavêt û ji bendewariyên gel re nebû bersiv. Êdî dem dema avêtina gavan e. Ji bo wê jî di sala 2026an de peywîrên mezin dikevin ser milê me hemûyan. Pirsgirêka mezin ev e; Derfeteke dîrokî ji bo aştiyê hatiye afirandin lê li gorî vê derfetê gavên şênber ên siyasî û hiqûqî pêk nehatine. Pêvajo bi awayekî nediyar tê birêveberin. Aştî şênberî û wêrekiyê dixwaze. Ev pêvajo bi niyetên devkî pêşve naçe lê bi paketeke demokratîk û aştî ku ji Meclîsê derkeve pêk tê.”
 
‘Divê şert û mercên azad ji bo Abdullah Ocalan pêk were’
 
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê gava sereke pêkanîna şert û mercên xebata azad a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Niha hemû partiyan raporên xwe pêşkeşî komîsyonê kirin. Niha şûnve divê raporeke hevpar bê amadekirin. Rapora hevpar jî divê xizmeta çareseriyê bike. Berpirsyariya komîsyonê ew e ku pirsgirêka Kurd ji zemîna şer û pevçûnê derxe û ji bo wê zemîneke hiqûqî û siyasî amade bike. Ji ber wê jî divê ji bo endamên PKKê qanûnên taybet bên çêkirin. Rejîma qeyiman divê bi dawî bibe. Qanûnên entegrasyona demokratik pêk were. Di qanûna înfazê de guhertinên berfireh bi edalet û wekhev pêk werin. Girtiyên siyasî demildest bên berdan. Em li vir bang li desthilat û muxalefetê dikin ku aştî bi hesabên deng wergirtinê û hilbijartinê pêk nayê û divê aştî nebe qurbanê hilbijartinê. Berpirsyariya desthilatê ew e ku bi gavên şênber û bawer biavêje û pêvajoyê pêşve bibe. Berpirsyariya muxalefetê jî ew e ku ji dûr ve li pêvajoyê temaşe neke û bibe parçeyekî çareseriyê. Çareseryeke demokratik xizmeta yekîtiya gelên Tirkiyeyê dike. Dijderketina pêvajoyê di heman demê de dijminatiya li dijî siberoja welat e. Weke DEM Partî em ê li Meclîsê aştiyê biparêzin û li kolanan jî bi rêxistin bikin. Em di vê çarçoveyê de sala 2026an jî xebatên xwe bidomînin. Di sala 2026an de aştî, azadî, aramî û wekhevî dê bi ser bikeve. Em vê soze didin gelên xwe.”
 
‘Hewcehî bi Tevgereke Aştî ya Enternasyonalîst heye’
 
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser geşedanên li cîhanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em geşedanên li cîhanê dinêrin careke din dibînin ku aştiya navxweyî çiqas girîng e. Amerîka hiqûqa navneteweyî nas nekir û ket Venezuelayê. Ev yek jî nîşan dide ku di siberojê de emperyalîzm dê bihîje çi aste. Girtina Maduro nîşan dide ku tu dewlet û siyasetmedarek ne di ewlehiyê de ye. Çareserî pêkanîna mafê azadiyê ya gelên Venezuelayê ye. Çareserî ne destwerdana hêzên derve ye û ne jî rejîmeke dîktator e. Çareserî vîna azad a gel e. Ji bo pêşî girtina şerê emperyalîstan pêdivî bi rêxistinkirina Tevgereke Aştî ya Enternasyonalîst heye. Li dijî destwerdanan derve divê Tirkiye û Îran jî dev ji zextên xwe berdin. Bi gelan re aştiyê pêk bînin û demokrasî û azadiyeke rast pêk bînin. Ev yek ji bo hemû dewletên Rojhilata Navîn derbasdar e. Em li rex jin û ciwanên gelên Îranê ne. Li rex gelê Kurd ên Îranê ne. Bi vê minasebetê careke din Jîna Emîn bi bîr tînim.”
 
‘Ev pêvajo bi van gefxwarinan bi pêş ve naçe’
 
Tulay Hatîmogullari derbarê êrişên hikumeta demkî ya Şamê li dijî Elewiyan jî ev yek anîn ziman: “Yên ku ji Elewiyan re fermanan derdixînin û bêdeng dimînin sûceke mezin dikin. Em vê komkujiya li dijî Elewiyan qebûl nakin. Tevî van kiryarên hikumeta Şamê jî gefan li Rêberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin ku tev li hikumeta demkî ya Şamê bibin. Ji Rêveberiya Xweser re dibêjin teslîm bibin. Ev yek ne biratî ye û ne jî hişmendiyeke wekheviyê ye. Peyama sersalê ya birêz Ocalan pirr girîng bû. Piştî peyamê bi çend saetan Wezîrê Parastinê gef li Rojava xwar. Em careke din dibêjin dev jî vî zimanê gefxwarinê berdin. Ev pêvajo bi van gefxwarinan bi pêş ve naçe.”
 
‘Divê MHP dev ji zimanê gefxwarinê berde’
 
Tulay Hatîmogûllari bersiva gefa Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya li dijî HSDê jî da û got: “Em ji MHPê re jî dibêjin; zimanê gefxwarinê aştiya herêmî bi xwe re nayîne. Bi dawîbûna pirsgirêkên Sûriyeyê bi demokrasiyê pêkan e. Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê hevdîtinek pêk anîn. Hêviya me jî ew e ku ji van hevdîtinan çareseriyek derbikeve. Weke ku birêz Ocalan jî got divê Tirkiye jî bi roleke erênî di vê pêvajoyê de rabe. Ya ku li Sûiyeyê ji bo Tirkiyeyê xetereye ne Rêveberiya Xweser e lê DAIŞ û çeteyên din bi xwe ne. Yên ku ji Kurdan re dibêjin teslîm bibin di serî de li dijî DAIŞê divê helwest nîşan bidin. Gefxwarina li dijî Kurdan cesaretê dide DAIŞê. Ya ku dawî li DAIŞê bîne jî pêkanîna hiqûqa biratiyê ya li Tirkiye û Sûriyeyê ye.”