Di berxwedana Îranê de 40 jin hatin binçavkirin

  • 17:23 4 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Di protestoyên li Îranê didomin de 40 jin hatin binçavkirin.
 
Di protestoyên li Îran û Rojhilat didomin de jin pêşengiyê dikin. Malpera înternetê ya bi navê Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî der barê rewşa dawî û jinan de agahî dan.
 
Li gorî agahiyên wan 80 çalakvan ji herêma îzeh ya bakurê Rojhilatê Eyaleta Huzîstan hatine binçavkirin û birine girtîgeha Ahwaz. Hat diyarkirin ku ji van 40 heb jin in.