Koma nivîsandinê ya komîsyonê wê roja sêşemê bicive
- 14:16 4 Çile 2026
- Rojane
ENQERE - Ji bo rapora dawî ya komîsyon a li meclîsa Tirkiyeyê amade bike, koma nivîsê wê roja Sêşemê bicive.
Koma nivîsandinê wê roja Sêşemê saet di 15:00 de li Meclîsa Tirkiyeyê bi serokatiya Serokê Meclîsê û Komîsyonê Nûman Kûrtûlmûş bicive.
Di civînê de wê li ser rapora hevpar ku amadekariyên wê têne kirin, nêrîn bêne parveikrin û karê nivîsandina raporê bê nirxandin.
Di nava koma nivîsandinê ya komîsyonê de ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek, Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Mûrat Emîr, Serokê Koma Rêya Nû Bulent Kaya û Serokê Koma AKP'ê Abdulhamît Gul hene.







