Dest dan ser posterê Leyla Zana
- 14:49 21 Kanûn 2025
- Rojane
ELIH-Di dema maça Batman Petrolspor û Bucasporê de, polîsan rê li ber vekirina posterê siyasetmedara Kurd Leyla Zana girt.
Li Êlihê, di maça di navbera Batman Petrolspor û Bucasporê de, alîgiran hewl dan posterê siyasetmedara Kurd Leyla Zana, ku vê dawiyê li stadyûmê rastî êrîşên nijadperest û zayendperest hatibû, vekin. Polîsan rê li ber girseyê girt ku poster bê vekirin û dest danîn ser poster.
Girseyê bi dirûşmeyan bersiv da.







