Ji Platforma Şiyar Be bang: Dive dest ji polîtîkayên şer berdin
- 09:03 6 Kanûn 2025
- Rojane
WAN - Hevberdevka Platforma Şiyar Be ya Wanê Ruken Kilinç wiha got: “Ger ku bê xwestin bi vî gelî re bi vê erdnîgariyê re li hev bikin aştiyê bînin divê dest ji polîtîkayên şerê taybet bê berdan. Em hemû kesî dipên meşa xwe. Ji bo em deng derbixin em dibêjin ‘şiyar be’.”
Li bajarên Kurdistanê yek wek parçeyeke şerê taybet bikaranîna hişbirê roj bi roj zêde dibe. Li dijî vê Platforma Têkoşîn ali dijî Hişbirê Şiyar Be li Amed, Şirnex, Mêrdînê hatibû avakirin. Îro jî li Wanê wê bi meşeke ji Van AVM heta Kent Meydani bi daxuyaniyekê wê bê deklere kirin.
Hevberdevka Platforma Şiyar Be ya Wanê Ruken Kilinç der barê armanca platformê de axivî.
‘Divê dest ji polîtîkayên şer berdin’
Ruken Kilinç dest nîşan kir ku girêdayê şerê ku bi salane tê meşandin polîtîkayên şerê taybet tê meşandin û wiha bi lêv kir: “Bikaranîna hişbirê jî wek gavek polîtîka şerê taybet tê meşandin. Di sêyemîn şerê cîhanê de hewce bi civakeke ji rastiya polîtîk qut heye. Ji ber vê jî wek hişbir, fuhuş û bahîsê alavên şerê taybet bi vê armancê tên bikaranîn. Civak bi van alavan bê nasname tê hiştin. Li bajarê ku polîtîkayên ewlehiyê pir serdestin ,bikaranîna hişbirê jî zêde be wê demê valahiyek heye. Şerê taybet di alî fîzîkî de ji şerê pêk tê hîn girantire. Ger ku bê xwestin bi vî gelî re bi vê erdnîgariyê re li hev bikin aştiyê bînin divê dest ji polîtîkayên şerê taybet bê berdan. Divê her kes li dijî şer bibin yek. Em jî ji vê krîzê re dibêjin bes e û dengê xwe derdixin.”
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Ruken Kilinç daxuyakirin ku bi armanca têkoşîna li dijî hişbirê li gelek bajarên Kurdistanê platform ava kirine û wiha got: “piştî nîqaşên hevpar yên rêxistinên civaka sivîl, koperatîf, partiyan li Wanê xebatek hat destpêkirin.Gel li dijî bikaranîna hişbirê bi berteke. Nerazîbûnê nîşan didin. Ji bo vê em hemû kesî dipên meşê. Ji bo dengê xwe bilind bikin em dibêjin ‘şiyar be’. Em ê li Wanê li dijî hişbirê têkoşînê bimeşînin. Gel jî piştgiriyê didin xebatên me. Em ji xebatan bi hêvî ne.”







