'Divê her kes di vê pêvajoyê de berpirsiyariyê bigire ser xwe'
- 09:02 6 Kanûn 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Derya Goral a DEM Partiyî wiha got: “Divê komîsyon ji bo pevajoyê dereng nemîne. Ev serdem mijûlkirinê efû nake. Divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên tahliyekirin.”
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê kir pêvajoyek nû destpê kir. Girêdayê pêvajoyê geşedanên girîng hatin jiyîn. Li meclîsê komîsyonek hat avakirin. Di çarçoveya pêvajoyê de li Meclîsê Komîsyona Hevgirtina Mîllî, Xwîşk-Biratî û Demokrasî, hat avakirin û komîsyonê di encama biryarên girtin de li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek kirin. Piştî hevdîtinê, serokê meclîsê da zanîn ku ev gav di alî pêvajoyê de erênî ye û der barê naveroka hevdîtinê de tiştek negot. Tê payîn ku komîsyon rojên pêş de xebatên raporê wê bimeşînin.
Hevberdevka Herêma Duyemîn a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Derya Goral der barê komîsyon û hevdîtina li Îmraliyê hatiye kirin de axivî.
‘Divê em demokrasiyê derxin holê’
Derya Goral da zanîn ku salek berê pêvajo di 1’ê cotmehê de destpêkiriye û piştî ku serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî silav daye parlamenterên DEM Partiyê pêvajoyek nû destpê kiriye. Derya Goral daxuyakirin ku di salekê de pêşketinên dihatin payîn pêk nehatine û got: “Tiştên me dipa gelo pêk hatin? Na wisa nebû. Di alî pratîkê de sererastkirinên qanûnî nehatin kirin. Hedefa me ev bû ku demokrasiyeke ku ji gelan re xizmetê dike bê avakirin. Me salek berê ewil ev ragihandin. Me ev ji gel re ragihand, ji civakê re vegot. Armanca me ev e ku demorkasî bê avakirin.”
‘Armanca me avakirina demokrasiyê ye’
Derya Goral destnîşan kir ku armanca wan ev e ku demokrasiyê ava bikin û wiha anî ziman: “Di serî de desthilatdarî divê hemû kes berpirsyariyê bigirin ser xwe. Zexta civakî avakirin peywira me ye. Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê jî dereng ma. Di rewşên wisa de divê evqas dereng nemînin. Em ji vir dinêrin dema em pirsgirêkên derbarê pêvajoyê de analîz dikin, rewş hinek cuda ye. Divê hinek lez bikin. Abdullah Ocalan dixwaze pêvajoya ku bersivê dide civakan pêş bikeve. Pêvajoya aştiyê tenê gelê Kurd eleqeder nake. Hemû gelan dihewîne. Birêz Ocalan pêvajoya aştiyê hedef dike. Dizane ku di pêşerojê de tehdîdek mezin li pêş vê erdnîgariyê ye.”
‘Divê demildest bên tahliyekirin’
Derya Goral di berdewamiyê de daxuyakirin ku divê hem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem jî girtiyên siyasî demildest bên berdan û wiha bi lêv kir: “Divê girtî ji zindanan derkevin, ev tê wateya ku welat ronî bibe. Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Girtî bi ‘terorê’ tên îthamkirin. Girtiyên me ji bo jiyaneke mirovane xizmetê dikin. Divê demildest zindan bên valakirin. Divê şert û mercên mîmarê pêvajoyê aktorê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan bên başkirin. Abdullah Ocalan serokê gel e.”
'Divê komîsyon zimanekî zelal bikar bîne'
Derya Goral wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê komîsyon zimanekî zelal bikar bîne. Divê di partîkê de zelal be. Bila mijûl nekin. Ev serdem vê efû nake. Ev pirsgirêk tenê gelê Kurd eleqeder nake. Hemû gelan eleqeder dike. Em dixwazin bi awayekî azad siyasetê bikin, xwe îfade bikin. Divê em demokrasiya ku pêşî li azadiyê vedike ava bikin. Gel vê ji komîsyonê dixwaze. Ev rewş ferz e. Divê hestiyar tevbigerin. Divê zimanekî zelal bikar bînin, bi awayekî zelak bikin pratîkê.”







