Lî Qoserê yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin

  • 11:52 25 Mijdar 2025
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dê û bav û zaroka wan a 5 salî li mala xwe mirî hatin dîtin.
 
Li Taxa Turgut Ozal a navçeya Qosera Mêrdînê hat diyarkirin ku dê û bav û zaroka wan a 5 salî hatine kuştin.
 
Hat zanîn ku cîranên malbatê xeber ji wan negirtine, gazî keyayê taxê kirine û ketine hundir.
 
Keya û cîranan dît ku Mehmet K.yê 37 salî, hevjîna wî Berna K. ya 33 salî û keça wan a 5 salî Samyelî K. ji serê xwe gule xwarine û kuştî ne.
 
Piştre li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs hatin cihê bûyerê û cenazeyan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
 
Derbarê bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.