Kongra Star: Li dijî desthilatê hêza xwe bikin yek
- 11:22 25 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya 25´ê Mijdarê daxuyanî da û diyar kir "Em wek rêxistinên jinan hêza xwe bikin yek û li dijî pergala zayendperest sekneke biencam nîşan bidin. Li hember van kiryaran em wek jinên Sûriyeyê bizanin ku yekitiya me dê çareseriya esasî bi xwe re bîne."
Bi wesîleya 25´ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya xwe de xwişkên Mîrabal ku bi têkoşîna xwe ya li dijî desthilatê bûne sembola roja li dijî tundiyê, hatin bibîranîn. Di şexsê van têkoşeran de ji dîrokê heta roja îro hemû qehreman, têkoşer, fedakarên wekî Rosa Luksenburg, Sakine Cansiz, Şîlan Kobanê, Sosin Bîrhat, Yusra, Leyman, Aryen Makû, Gulistan û Hêro Bahadîn û bi hezaran têkoşerên ku navên wan nehatine nivîsandin, bi rêzdarî hatin bibîranîn û soza mezinkirina dozê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wek tevgera Kongra Star ji avabûyînê heta niha li ser mîrasa berxwedanê kesên ji bo azadiyê berdel dane, meşiyane û mezin bûne. Îro jî li dijî zîhniyeta cîhadîst Kongra Star bi hemû hêza xwe ya siyasî û civakî têkoşîneke mezin dide meşandin. Zîhniyeta serdest di sedsala 21’an de di şexsê jinan de gelek êriş li ser civakê pêk anîn. Koordînasyonê di berdewama daxuyaniyê de diyar kir: "Em ji Rojîn Kabaîşan, Gulistan Dokuyan, Narîn Guranan bigirin heta Aşna Xesrewanan, em ji Jîna Emînî bigirin heta jinên li herêma perava Sûriyeyê, dîsa jinên herêma Siwêdayê, tenê îsal bi sedan jin hatin qetilkirin. Em bala xwe bidinê her ku hêza jinan zêdetir derkete pêş, birêxistinbûyîna xwe zêdetir ava kir, êrişên sîstematîk zêdetir dibin. Dîsa li Sûriyeyê jî bi rejîma ku anîne ser hikum, siyaseteke rasterast ku jinan hedef digire û wan bê îrade dihêle, tê meşandin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Efganistanê Talîban, li Sûriyeyê HTŞ îradeya jinan têk dibin û tirsê dimeşînin ku jin ji malên xwe dernekevin û nebin xwedî rêxistinbûyîn. Cîhadîstan di şexê jinên Siwêda û jinên li peravê de komkujî pêk anîn. Divê jin bizanin ku tu dewlet piştgiriya azadiya jinan nakin û naxwazin jin bibin xwedî îrade.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em di wê baweriyê de ne ku ji vir şûn de wê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên Sûriyeyê rêxistinbûyîna xwe xurttir bikin û li dijî pergala dijminê jinan wê sekneke mezintir nîşan bidin. Bi taybet di vê pêvajoyêde wek rêxistinên jinan hêza xwe kirina yek bersiveke herî mezin ji desthilatdariyê ye. Em jî dibêjin ku bi wesîleya vê rojê em weke rêxistinên jinan hêza xwe bikin yek û li dijî pergala zayendperest sekneke bi encam nîşan bidin. Li hember van kiryaran em wek jinên Sûriyeyê bizanin ku yekitiya me wê çareseriya esasî bi xwe re bîne. Ji ber wê jî ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk avakirina civakeke demokratîk, komûnal em hêza xwe bikin yek û rê li pêşiya şîdeta sîstematîk bigirin.”









