Dayika ku îşkence li zarokê wê hat kirin: Ez edaletê dixwazim

  • 11:03 18 Mijdar 2025
  • Rojane
RIHA - Li Rihayê zarokekî di dibistana amadeyî de dixwend li kargehekê de stajerî dikir, îşkence lê hat kirin. Dayika wî banga pêkanîna edaletê kir. 
 
Li Rihayê zarokekî di dibistana amadeyî de dixwend li kargehekê de stajerî dikir, ji hêla xebatkarê kargehê H.A ve îşkence lê hat kirin. Zarokê bi giranî birîndar bû, rakirin beşa çavdêriya awarte ya nexweşxaneyê. 
 
Piştî giliyê malbatê H.A. hat binçavkirin. Faîlê ku sewqî dadgehê hat kirin, piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî hat berdan. H.A, piştî biryarê xwest bireve Dîlokê. Piştî îtîraza dozgeriyê H.A hat binçavkirin û ji hêla dadgeriya nobedar ve hat girtin. 
 
Dayika zarokê ji ajansa me re axivî û got: "Kurê min li cem bavê xwe bû. Wan gazî wî kir û gotin ku ew dixwazin bi hev re xwarinê bixwin. Deh deqîqe piştî ku kurê min çû xwarinê, bavê wî gazî kir, lê wî bersiv neda. Di banga wî ya sêyemîn de, kesekî bersiv da û got ku tiştek neqewimiye, kurê we baş e. Dema min jê re got ku ez dixwazim bi kurê xwe re biaxivim, wan got ku ew niha nikarin telefonê bidin wî. Paşê, hostayê kurê min gazî hevjinê min kir û got ku ne tiştekî mezin e û divê hûn bên nexweşxaneyê. Kurê min li ber mirinê bû. Dema ku min kurê xwe dît, ew nedikarî bêhnê bigire. 
 
Dema min bihîst ku kurê min rastî îşkenceyê hatiye, ez pir hêrs bûm. Em nizanin kê kiriye û çawa kiriye. Em edaletê dixwazin; em ne bêxwedî ne. Çima kurê min di vê rewşê de ye? Ev nayê qebûlkirin. Ev hikûmet li ku ye? Kes nehat vir. Çima wan sûcdarên kurê min rojekê di girtîgehê de hiştin û dûv re berdan?
 
Heta ku edalet pêk neyê ez ê bêhna xwe venedim. Wan îşkence û destdirêjî li kurê min kirin. Ez dozê li wan dikim. Ev ne karekî ku ji hêla yek kesî ve were kirin e. Ji bo yek kesî pratîkî ne mumkin e ku vê yekê bike. 
 
Pêşî, kurê min birin nexweşxaneyê. Pizîşkê sereke yê nexweşxaneyê jî xizmê kiryarê bû. Ji ber nebûna delîlan û rapora nexweşxaneyê, wan kiryar berda. Kurê min dimire û ew dibêjin jiyana wî di xetereyê de nîne. Ez hemûyan gilî dikim. Ez edaletê dixwazim."