 
				Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin
- 13:47 31 Cotmeh 2025
- Rojane
	SÊRT - Li Sêrtê kesê bi navê Onur Ari, 2 kes qetil kirin û 3 kes jî birîndar kirin. 
	Li taxa Firatê ya navçeya Misirc a Sêrtê mêrê bi navê Onur Ari, jina pêera hatibû zewicdanin Mîne Ari û apê xwe Ozgur Ari qetil kir. Onur Ari, dayika xwe M.A., apê xwe F.A. û hevjîna birayê xwe N.A. jî bi giranî birîndar kirin. Birîndar sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê hatin kirin.  Herî dawî Onur Ari hate binçavkirin.
	Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat despêkirin. 
				
 
				 
				 
				 
				 
				





