Li Misrê herî kêm 70 jin û zarok hatin revandin

  • 22:39 27 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Misrê di du heftiyên dawî de herî kêm 70 jin û zarokên keç di êrîşên li malan de hatine binçavkirin. Rêxistinên mafên mirovan ji bo jin û zarokên ku cihê wan nayê zanîn "Jin têne bêdengkirin, em dengê wan in" gotin û bertek nîşan dan.
 
Li gorî daneyên Saziya Mafên Mirovan a Cewar a Misrê, di du heftiyên dawî de li bajarên cuda yên welat herî kêm 70 jin û keçên zarok di êrîşên li malan de bi zorê hatine binçavkirin. Ji jin û zarokên ku cihê wan nayê zanîn tu agahî nayê girtin.
 
Rêveberê saziyê diyar kir ku beşek ji jinên binçavkirî bi sedema "îfadekirina ramanên rexnegir" an "têkiliya bi derdorên serbixwe re" hatine armanckirin.
 
'Her şev jinên nû winda dibin'
 
Saziya Cewar ragihand ku "Her şev binçavkirinên nû pêk tên. Navên jinan têne veşartin, gihîştina dosiyeyên wan tê astengkirin". Saziyê diyar kir ku bi taybetî li eyaletên Şarkiyye û Îskenderiyê di demên dawî de zextên li ser jinan zêde bûne, li van eyaletan bi dehan jinên ciwan ji malên xwe bi zorê hatine birin.
 
Li gorî daxuyaniyê tenê du jin piştî çend rojên windabûnê hatine berdan; aqûbeta jinên din hîn nayê zanîn.
 
Jin têne lêpirsînkirin: Tu bi kê re diaxivî?
 
Li gorî agahiyên ku rêxistinên mafan bidest xistine, di dema binçavkirinan de ji malbatan tê pirsîn "Jin bi muxalifên li derve re têkildar in?". Jin pirî caran têne tevlî dozên siyasî yên navendî û demeke dirêj di tecrîdê de têne hiştin.
 
Saziya Cewar diyar kir ku ev rewş bi eşkere mafên bingehîn ên jinan binpê dike û got, "Ev ne tenê operasyoneke ewlehiyê ye; êrîşeke sîstematîk li hemberî hebûna jinan di qada giştî de ye".
 
'Jin winda bibin jî hûn nikarin rastiyê bêdeng bikin’
 
Çalakvanên mafên jinan li hemberî bûyerên windakirina bi zorê ya ku li Misrê zêde dibin bertek nîşan dan û bang li civaka navneteweyî kirin ku bikevin nav tevgerê. Parêzvanên mafên jinan peyama "Jin winda bibin jî hûn nikarin rastiyê bêdeng bikin. Dengê jinan dê dîsa li kolanên Misrê bilind bibe" parve kirin.
 
Rêxistinên jinan ên li Misrê daxwaza berdana jinan û bidawîkirina siyaseta windakirina bi zorê dikin, saziya Cewar jî ji bo "ewlehiya jinan û daxwaza dadweriyê" bang li hevgirtina navneteweyî kir.