Li Stenbolê ji bo Rojîn Kabaîş çalakî
- 18:07 26 Cotmeh 2025
- Rojane
STENBOL- Li Stenbolê di çalakiya ji bo Rojîn Kabaîş pêk hat de wiha hat gotin: “Edaleta ji bo Rojîn Kabaîş ji bo her kesî edalete.”
Bi banga Komeleya Kuryeyên Kedkar motokurye hatin gel hev û ji bo Rojîn Kabaîş ya li Wanê biguman jiyana we ji dest da çalakî pêk anîn.
Motokuryeyan bi motorên ji Beşîktaşê heta Parka Haciahmet ya li Beyoglu konvoy ava kirin û wêne yên Rojîn Kabaîş û dovîzên ‘ji bo Rojînê edalet’ vekirin.
Motokuryeyan li Haciahmet çalakî bi dawî kirin û gotin: “Tiştên hatin serê wê malbatê sibê disibê ji bo neyê serê keên din em neçarin ji bo Rojîn Kabaîş dengê edaletê bilind bikin. Em dizanin ku edaleta ji bo Rojînê ji bo me hemûyane. Em wek motokurye ligel malbata Rojînê ne.”
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.







