Girtiya nexweş Besê Ecer serbet hat berdan

  • 16:57 10 Cotmeh 2025
  • Rojane
MÊRSÎN - Girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer hat berdan.
 
Metirsiyên li ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Besê Ecer a 78 salî ya li Girtîgeha Girtîya Jinan a Tarsûsê tê rehîngirtin, gelekî zêde bûne. Hate ragihandin ku di laşê Besê Ecer a ku nexweşa kêmxwînî, diyabet, tansiyon û kolestrolê ye de tumor, di mejîpişta wê de hestiyek şikestiye û di pişta wê de fetq heye. Her wiha li ser rehmê wê daneyên vîrutuk hatine tespîtkirin. 
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê, bi daxwaza berdanê û tedawîkirina girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer îro çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal wiha got: "Besê Ecer dê ji nexweşxanê an jî li girtîgehê bê berdan ne diyar e, lê em li ber girtîgehê ne li benda berdana Besê Ecer in."