
'Divê çapemeniya alîgir xwe hilweşîne û ji nûve ava bike'
- 09:03 10 Cotmeh 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Rojnameger Çîlem Kuçukkeleş bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û helwesta çapemeniya alîgir û diyar kir ku divê li dijî kurd, jinan, elewiyan û civakê rexnedayînek mezin bide.
Civak yek ji dema ku hewce bi aştiyê dibîne dijî. Di vê nokteyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga "Aştî û civaka demokratîk" kir. Çapemenî di her alî de xwedî hêzeke mezin e. Li şûna ku divê çapemeniya alîgir zimanê aştiyê xurt bike, mixabin di pozîsyoneke ku pêvajoyê dixitimîne de ye.
Çapemeniya nêzî dewletê bi gotinên wekê "teror", "terorîst" şer gûr dike. Rojnameger Çîlem Kuçukkeleş der barê rol mîsyon û zimanê çapemeniyê ya di vê pêvajoyê de nirxandin kir.
Çîlem Kuçukkeleş diyar kir ku çapemeniya alîgir ya li Tirkiyeyê ji desthilatdariyê re xizmetê dike û berdevkiya desthilatdariyê dike. Çîlem Kuçukkeleş da zanîn ku civak ji derveyê çapemeniyê dimîne û got: “Tirkiyeyê desthilatdarî tevli kîjan sûcî bibin yek ji çavkaniya vê ya herî mezin çapemeniya. Ji ber çapemenî ne azad û serbixwe ye. Sermaye û reklam her tim çapemenî girê da. Li dijî vê wek îtîraz çapemeniya azad pêş ket. Çapemeniya muxalîf xwe zêde ji desthilatdariyê dûr negirt. Tam li dijî vê li Tirkiyeyê çapemeniya azad pêş ket. Şertên çapemeniyê zehmet bû. Li welat bi her tiştî re hatin rû hev. Avahiyên rojnameyan hatin bombebarankirin. Rojnameger hatin girtin û surgunkirin. Dewlet çiqas yekparêz bû çapemeniya alîgir jî yekparêz bû. Dewlet çiqas mêr bû ya alîgir jî evqas mêr bû.”
Çapemeniya azad
Çîlem Kuçukkeleş destnîşan kir der barê tundiya li ser jinê de rola çapemeniyê mezine û zimanekî ku gumanbaran diparêze tê bikaranîn. Çîlem Kuçukkeleş wiha dirêjî dayê: “Di mijara qetilkirina jinê de zimanekî ku jin li dijî mêr derketine, mêr hêrs kirine tê bikaranîn. Çapemenî bi taybet xwe ji ser van nûçeyan dide figotin. Çareserî, muzakre û diyalogê her tim li hember dihêle. Lê çapemeniya azad her tim li cihekî ku heqîqet û kêmasî lêkolîn kir sekinî. Me cara yekemîn di rupelên çapemeniya azad de rupelên azad dîtin. Rupelên aydê jinan dît. Lê çapemeniyên din de ev tunebû.”
‘Çapemeniya alîgir hewcedarê rexnedayînê ye’
Çîlem Kuçukkeleş di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û di vê mijarê de jî wiha got: “Li Tirkiyeyê bi bangê re rêbazeke ku em pir hînê wê bûne ket dewrê. Demek dirêj çapemeniya alîgir de delwet çi dide civakê hat nîqaşkirin. Kurd çi dixwazin? Her tim dewlet mezin, civak biçûk û civak dixwaze nîşan dan. Têgeha ‘Tirkiyeya bê teror’ ya çapemeniyê bi vê civakê bedelên giran da. Çapemenî hîna vî zimanî didomîne. Vê dewletê ji kê re got terorîst vê çapemeniyê ew kir hîna jî dike. Ev çapemenî li vî welatî li dijî Kurdan, Elewî, jinan û civakê hewcedarê xwerexnedayînek mezin e. Lê heman ziman û çapemenî didome. Mijara aştiyê ne mijareke ku tenê çek bêdeng bin. Kaos û şer ne tenê navbera du koman de pêk tê ye. Li Tirkiyeyê demek dirêje mijara pevçûnê heye. vê pevçûnê bandor li ser hemû kesî kir. Ji ber vê jî hîna çapemeniya Tirkiyeyê têgeha aştî û şer fêm nekiriye.”
‘Divê xwe hilweşîne û ji nûve ava bike’
Çîlem Kuçukkeleş di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ji bo ev ziman biguhere divê ewil ev têgeh biguherin. Dewlet ji bo civakan hatin avakirin. Civak divê ji bo dewletan hebin. Lê ev îro hatiye astek wisa ku civak her timji bo parastina dewletê tê organîzekirin. Divê li Tirkiyeyê pêvajoyeke wisa de zimanê çapemeniyê biguhere. Ji bo aştiyê divê ev ziman biguhere. Divê bi vê pêvajoyê re çapemenî xwe hilweşîne û ji nûve ava bike.”