Şîrîn Ebadî: Li girtîgeha Evînê îşkence zêde dibe

  • 15:00 30 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafên jinan Şîrîn Ebadî, diyarkir dema  Îsraîlê êrîşî Girtîgeha Evînê kirî, hêzên rejîma Îranê bi ser girtîgehê de girtine, îşkence û tûndî li girtiyan kirine û ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê veguhestine.
 
Çalakvana mafên jinan û wergira xelata nobelê ya aştiyê Şirîn Ebadî, têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê piştî êrîşa Îsraîlê, li ser hesabê xwe yê Telegramê agahî parve kir.
 
Şîrîn Ebadî diyarkir ku piştî Îsraîlê êrîşî girtîgeha Evînê kir û girtî ji bo girtîgehên din hatin veguhestin, hêzên rejîma Îranê dest bi îşkencekirin û heqaretê li girtiyên siyasî kiriye.
 
Di dewamê de Şîrîn Ebadî dibêje: “Di dema êrîşa Îsraîlê li ser girtîgeha Evînê de, bi sedan gardiyanên girtîgehê bi ser girtiyan de girtine, êşkence û tundî li beramberî girtiyan pêkanîna. Piştre di nava şert û mercên dermirovî de girtî ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê hatine veguhestin.”
 
Girtîgeha Evîn yek ji girtîgehên herî mezin ya Îranê ye û taybet ji bo girtiyên siyasî ye. Ev girtîgeh li taxa Şehran a bakurê Tehranê ye. Roja 24’ê Hezîranê Îsraîlê êrîşî Girtîgeha Evînê kiribû. Piştre girtiyên di wê girtîgehê de ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê hatibûn veguhestin.