Qetilkirina jinan li Silopiyê bi meşekê hat protetsokirin
- 20:39 25 Hezîran 2025
- Rojane
ŞIRNEX – Li Silopiyê li dijî qetilkirina jinan bi girseyî meşek hat lidarxistin. Jinên di meşê de axivîn diyar kirin ku wê li dijî qetilkirina jinan têkoşînê mezin bikin û dayika Gulîzar Yildiz jî banga edaletê kir.
Li navçeya Silopiya Şirnedê, li dijî zêdebûna komkûjiya jinan Ji ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) berbi Kolana Hûnerê meş hat lidarxistin. Di meşê de Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, rêxistinên navend û navçeyên DEMPartiyê, Dayikên Aştiyê, malbata Gulîzar Yildiz, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, Parlamenterê DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş, ÎHD, OHD, SES, Egîtîm Se Tumbel-Sen, KESK, Odeya Bijîjkan, Platforma Ekolojiyê, Cûdî Der û CHP beşdarê meşê bû.
Di meşê de pankartên “Gulîzar Yildiz nemir e”, “Jinên hatine qetilkirin qêrîna me ye”, “komkûjiya jinê polîtîk e” hatin bilindkirin. Jin di dema meşê de tim dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Destên dirêjî jinan dibin bişikên”, “Gulîzar Yildiz nemir e” hat berzkirin. Di meşê de her wiha dovîzên “Em jiyana xwe bi hevre diparêzin”, “em ê kesekê dinê dîsa kêm nebin” hatin bilindkirin.
‘Me gelek caran bang kir’
Li ser navê KESK’ê Esîn Vargûn Yilmaz ku axivî, jinên ku li Cizîr, Şirnex, Hezex û Silopiyê hatine qetilkirin vegot û wiha got: “Qetilkirina jinê di civakê de hêrsê bilind dike û bi qetilkirina Gulîzar Yildiz ve ev vegûherî raperînê. Em dikaribûn pêşiya komkûjiyan bigirin. Me gelek caran bangawazî kir. Em hemû ji bo destên ku dirêjî Gulîzar Yildiz hatiye kirin bişkînin li vê derê ne. Kiryarên ku jinan qetilkirin divê cezayê herî giran bigirin.”
‘Peymana jinê bila bikeve meriyetê’
Seroka Baskê Jinan a CHP’ê ya Silopiyê Heyîv Bozkûrt jî wiha axivî: “Em komkûjiya li dijî jinê şermezar dikin. Ger ku Peymana Sitenbolê pêk bihata dê îro ev komkûjî pêk nehatana. Em dibêjin demildest ev Peyman carekedin bikeve meriyetê. Em ê tim parastina mafê jinê bikin.”
Dayika Gulîzar Yildiz: Ji hemûyan gilî me
Dayika Gulîzer Yildiz, Gulsum Yıldız jî ev tiştan anî ziman, “Ez ji hemûyan gazinim. Kesên ku ji vê komkûjiyê re nebûn asteng gilî me. 40 deqe keça min li erdê dimîne. Keça min ji ber xwîn windakirinê jiyana xwe ji dest da.”
‘Em ê gav paşve neavêjin’
Li ser navê TJA’yê Çîmen Fîdan jî axivî û got ku ew li dijî komkûjiya jinan li qadan in û wiha pê de çû: “Bi salanin jin bedelên giran didin. Li her derê bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Zihniheta serdest li her derê ye. Kesê ku Gulîzar qetilkirin bi hişmendiya DAÎŞ’ê qetilkiriye. Lê em tu car bêdeng nabînin. Em ê tu carî paşve gav nevêjin.”
‘Em ê tim li kolanan bin’
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş jî wiha pê de çû: “Îro lêr gihiştiye hestî. Komkûjiya jinê êdî vegûheriye qirkirinê. Li dijî jinan qetilkirina jinan, tacîz û tecawizê em serî radikin. Em vê qebûl nakin. Heta ku ev yek nesekinin em ê jî li kolanan bin. Li dijî tundiya li ser jinê em ê civakek demokratik ava bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “jin jiyan azadî” bi dawî bû.