Gulperî Îlbasan: Ew jî aştiyê bixwazin divê demildest gavê bavêjin!

  • 09:05 22 Hezîran 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş 
 
BEDLÎS - Gulperî Îlbasan ya ku bi salane têkoşînê dide û keça xwe di pevajoya pevçûnê de winda kiriye, got divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih û wiha dirêjî dayê: “Me gavên xwe ji xwe avêtine. Em bixwe bawerin. Ew çavsoriya xwe didomînin. Ew jî aştiyê bixwazin bila demildest gavê bavêjin.”
 
Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir şûnde her kes daxwazên xwe yên aştiyê hîn xurtir û bi israr tînin ziman.
 
Yek ji jinên ku ji bo aştiyê bi salane têdikoşe Gulperî Îlbasan e. Bi dehan carî hat binçavkirin, gelek êş kişand. Di pêvajoya pevçûnê de keça wê hat qetilkirin. Keça wê Naciye Îlbasan di temenê biçûk de zextên li ser Kurdan dibîne û di 2001’ê de tevli PKK’ê dibe. Naciye Îlbasan di 2017’an de li Dêrsîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.
 
Gulperî Îlbasan da zanîn ku divê ji bo aştiyê her kes berpirsyariya xwe  bîne cih. Gulperî Îlbasan  wiha got: “Dema me nû tevger nas kir, me nizanibû çi ye. Li Tetwanê hinek lojman hebûn. Em rojekê ji wir derbas dibûn.  Li ser dîwaran der barê ‘Apociyan’ de nivîs dihat nivîsin. Jinek ji wir derket. Jinek zanabû. Birayê wê li Enqereyê bi Abdullah Ocalan re dixwend. Me nûçeyên der barê PKK’ê de dişopandin. Me digot ka ç iye çi nîne. Me ji Tetwanê bar kir Stenbolê. Me dît ku partiyek bi navê PKK’ê hatiye avakirin.”
 
‘Zilm pir zêde bû’
 
Gulperî Îlbasan destnîşan kir ku wê demê her tişt pir zehmet bûye û wiha bi lêv kir: “Mirov ji tirsan nediaxivîn. Di mîtîngekê de segvan derketibûn ser seyareyan û berê çekan dabûn girseyê. Me gelek zilm dît. Lê me dest ji têkoşîna xwe berneda. Ez çar caran hatim binçavkirin. Dema me bar kir Stenbolê keça min Naciye 4 salî bû.  Zaroka min ya 5’an bû. Li Stenbolê dest bi dibistanê kir. Ew zarokek pir cuda bû. Em rojekê çûn civîna dibistanê. Mamoste gazî min kir. Mamoste got ne ji tu zarokî lê ji keça te ditirsim. Got keça te behsa tiştên cuda dike.”
 
‘Ji bo Newreozê çû Amedê’
 
Gulperî Aslan got keça wê ji wê re gotiye ku dixwaze tevli PKK’ê bibe û wiha bi lêv kir: “Keça min 17-18 salî bû. Rojekê got ez tiştekî dibêjim lê ji kesî re nebêje. Got ‘dixwazim biçim tevli PKK’ê bibim.  Wê demê telefon tunebûn. Min ji kesî re negot. Min ji bavê wê re got çûye Mersînê cem xwişka xwe. Sê meh derbas bû hat. Got diçim Amedê Newrozê. Piştî vê Naciye venegeriya. Hevala wê hat got tevli PKK’ê bûye. Zarokên me li dijî zilmê serî hildan. Li dijî polîtîkayên qirêj serî hildan.”
 
‘Hovîtiya dewletê zêde dibû’
 
Gulperî Îlbasan wiha dirêjî dayê: “Keça min beriya biçe di konfeksiyonekê de dixebitî.  Keça min digot ‘heta êvarê strana ez bimrim Tirkiye didin guhdarkirin’. Zilm li zarokên me kirin. Zarokên me tehemula wan nema. Keça min di 2017’an de di pevçûneke li Dêrsîmê de jiyana xwe ji dest da. Bêyî agahiyê bidin me keça min defin kirin. Wêneyên keça min ji bo tespîtkirinê nîşan dan. Me cenazeyê wê  girt ji nû ve şûşt û defin kir. Her tişt bi zarokên Kurd dan jiyîn. Ji ber vê niha em bi dewletê bawer nakin. Êdî bes e."
 
‘Divê gavê bavêje’
 
Gulperî Îlbasan wiha dawî lê anî: “Pêvajo me kêfxweş dike lê hîna dewletê gavek navêtiye. Em dibêjin gelo me dixapînin. Hîna operasyon didomin. Em vê zilmê qebûl nakin. Tehemula me nema. Me gavên xwe ji xwe avêtiye. Em bixwe bawerin. Ew çavsoriya xwe didomînin. Ew jî aştiyê bixwazin bila demildest gavê bavêjin.”