
Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin
- 15:44 5 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê, bi navê 'Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim' kampanya da destpêkirin.
Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP), ji bo daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku vîzyona xwe ya siberojê bi cîhanê re parve neke, bi navê "Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim" kampanyayek da destpêkirin. Di daxuyaniya li ser malpera înternetê ya forûmê de bal hat kişandin ser banga Abdullah Ocalan û biryarên di kongreya PKK'ê de hatine girtin.
Di daxuyaniyê hat gotin ku ji bo firsend ji dest neçin ketine nav hewldanan û wiha hat gotin: "Divê tavilê şert û mercên birêz Ocalan ku bi banga xwe re nîşan daye ku karibe çekan bêdeng bike, ji bo aştiyê gavên xurttir biavêje. Divê astengiyên ku nahêlin Ocalan vîzyona xwe ya demdirêj ji bo Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û heta cîhanê bi civakê re parve bike, bên rakirin. Ji bo vê yekê em dixwazin pirsên xwe bipirsin û fikr û pêşniyarên Ocalan ên ji bo avakirina cîhaneke azad hîn bibin. Em dizanin ku rêya pêkanîna vê yekê, bêyî ku tu astengî di navbera me de çêbin, bi rêya têkiliya rasterast bi Ocalan re ye. Em dixwazin Ocalan bibînin, pirsan jê bikin û li bersivên wî guhdarî bikin. Em dixwazin biçin serdana Ocalan. Her kes dikare bi awayên cuda piştgiriyê bide kampanyayê. Em ji her kesê ku dixwazin di pêşxistina aştiyê de rola aktîf bilîzin û ji bo bi dawîbûna tecrîda li ser Ocalan e-mail, name û ji Wezareta Dadê ya Tirk re bişînin û hem jî ji bo serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê destûrê bixwazin. Hûn dikarin li ser hesabên medyaya civakî ya wezaretê bi bikaranîna hashtaga #VisitOcalan li ser medyaya civakî daxwaz bikin."
Di nava alîgirên kampanyayê de koma çep a Parlamentoya Ewropayê jî heye.