
Jinên beşdarî 1’ê Gulanê bûne: Jin li her qadê tên paşguhkirin
- 09:24 2 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Jinên kedkar ên beşdarî 1'ê Gulanê bûn, bal kişandin ser wê yekê ku hemû krîzên hatine jiyîn bi pêkhateya welat ve girêdayî ne û diyar kirin ku herî zêde jin ji krîzan bandor dibin û gotin: "Li her qadê jin tên paşguhkirin."
Bi sed hezaran karker û kedkar duh bi boneya 1’ê Gulanê li qadan bûn. Yek ji bajarên 1’ê Gulanê lê hat pîrozkirin jî Amed bû. Bi pêşengtiya KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Bijîşkan a Amedê û bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em di 1’ê Gulanê de li qadan e” mitîng li dar xist. Kedkar û karkerên ku tevlî mîtîngê bûn bi dirûşm û pankartên xwe daxwazên xwe anîn ziman.
Jinên ku tevlî mîtîngê bûn jî ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser daxwazên xwe.
'Li welat qeyrana aborî heye'
Mamoste Muyesser Gülcemal, bal kişand ser xizaniyê û got: "1’ê Gulanê roja ku li hemû cîhanê tê pîrozkirin, roja kedkar, kedkar û kesên keda wan tê îstîsmarkirin li hev kom dibin û hevgirtinê nîşan didin. Wek hûn jî dizanin li welat krîzeke aborî ya giran heye. Ev krîz bandorê li hemû beşên civakê yên welat dike. Hema bêje hatiye asteke ku êdî mirov nikare bêhna xwe bigire. Jiyana mirovahî ne tenê ew e ku zikê xwe bi makarna yan nan têr bike. Divê hemû mirov di nava şert û mercên mirovahiyê de bijîn. Eve çî ye? Ew stargeh, xwarin, rêwîtiyê û tenduristî ye. Divê ji van hemûyan bi awayekî wekhev sûd werbigirin. Lê em dibînin ku tenê beşek diyarkirî dikare ji vê yekê sûd werbigire."
'Divê em di nav piştewaniyê bûn'
Muyesser Gulcemal, da zanîn ku di qada perwerdê de jî rewş ne baş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sedema rewşa xirabiyê ya di qada aborî, tenduristî, perwerdê hwd. şerê ku 50 sal in tê meşandin e. Hemû civak lê bandor bûye. Em hêvî dikin ku rewş baştir bibe. Divê em dengê xwe bilind bikin. Divê em di nav sendîka û rêxistinên demokratîk de xwe bi rêxistin bikin û di nav piştevaniyê de bin."
Di qada kar de tunehesibandina jinê
Endama TMMOB'ê Yasemîn Noyan, jî di axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana aborî ya ku bandorê li tevahiya civakê kiriye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Sedema qeyranê ji ber ku şer e û hemû budçeyan didin şer. Rewşa hevalên me yên jin jî di qada xebatê de nebaş e. Ji ber ku tevlîbûna wê ya kar, ji kar derxistinê ji bo jinan her tim zehmet e. Ji ber ku herî zêde jin bi zextan re rûbirû dimînin. Di qadên kar de şîdeta li hemberî jinê her ku diçe zêde dibe û her wiha jinan tune dihesibînin."
'Hejmara bêkariyê zêde dibe'
Hevseroka Egîtîm Sen a Amedê a Şaxa yekem Sahila Zorlu, bal kişand ser bêkariyê û wiha bi lêv kir: "Niha nîva nifûsê bêkar e. Nan ji destê wan hatiye girtin. Her wiha mirovên ku hilbêrînê dikin jî bê piştevanî û bê ewlê hewl didin bixebitin. Me daxwazên xwe di 1'ê Gulanê de anî ziman. Bi taybetî jî jin û jinên ciwan bê kar in. Divê ev rewş bê çareserkirin. Em carakdin daxwaza xwe ya kar, azadî û aştiyê tînin ziman."
'Keda jinan nayê dîtin'
Dirûnkar Remziye Çalan jî tevlî mîtîngê bû û got: "Ez wek dayik û kedkar li qadê me. Ez her sal tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê dibim. Keda jinê her tim nayê dîtin. Ez di biçûktiya xwe de heta îro dixebitim. Ez bê qeyd dixebitim. Dema nexweş bim nikarim rapor bigirim. Jin tune tê hesibandin."