Ciwan bi daxwaza civaka demokratîk li kolana ne

  • 09:02 15 Nîsan 2025
  • Rojane

  

Melîke Aydin
 
İZMİR - Li gel ku sedema derketina kolanan ku piraniya wê ji ciwanan pêk tê, weke krîza aborî, îlankirina sala malbata bê paşerojî tê binavkirin jî,çalakgeran diyar kir ku sedema rastî daxwaza civakeke demokratîk e.
 
Ji 19’ê Adarê û vir ve piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate binçavkirin û girtin, li kolanan hem li dijî qeyûman û hem jî li dijî pêkanînên dijdemokratîk  çalakî tên lidarxistin. Çalakvanên ku piraniya wan ciwan in, sedema derketina kolanan nebûna pêşerojê, qeyrana aborî û îlankirina sala Malbatê ji aliyê hikûmetê ve bi nav dikin û sedema sereke jî daxwaza civakeke demokratîk nîşan didin.
 
‘Xwendekaran dît ku dikare di şevekê de dîplomeyên wan bên betalkirin’
 
Her çend ku çalakiyan piştî binçavkirin û girtina Ekrem Îmamoglû dest pê kiribe jî, Sena Tekîn a ji Pîrebokên Kampusê diyar kir ku hêrsa gel a ketî ser hev li kolanan belav bûye û got, "Di rojên destpêkê de piraniya xwendekaran digotin ku wan dît ku dîplomeyên digirin dikarin di şevekê de bên betalkirin. Niha xwendekar ji zanîngehê dixwazin ku ji bo xwendekarên girtî çareseriyek ji bo azmûnan bê dîtin."
 
'Li hemberî îlankirina sala malbatê bertek hatin nîşandan'
 
Sena Tekîn diyar kir ku jinên ciwan ji ber îlankirina sala malbatê ku zextên li ser jiyana jinan û pêkanînên li hemberî jinan daketin qadan û got, "Jinên ku di bin çavan de hatin tacîzkirin dîtin ku dewlet çiqasî bi zîhniyeta mêr tevdigere. Gelek daxwzên ciwanan ên wekî zanîngehên azad û jiyaneke demokratîk hebûn lê daxwaza wan a sereke jî demokrasî bû."
 
'Sedema bingehîn aborî ye'
 
Xwendekara zanîngehê Rûya Zeynep Altikizlar, diyar kir ku bi binçavkirina Ekrem Îmamoglû re  dest bi çalakiyan hatiye kirin, lê ev ne sedema bingehîn e, lê  derbeya dawî ye û diyar kir ku tevî êrîşan jî tevlî çalakiyan bûye. Rüya Zeynep Altikizlar got, "Bi nêrîna min sedema sereke ya ku piraniya me hatin vir tengasiyên aborî ne. Ez xwendekar bûm,  par min dev ji xwendinê  berda. Ji ber ku derfetên me tune bûn."
 
'Jin ne di ewlehiyê de ne'
 
Rüya Zeynep Altikizlar, diyar kir ku rêjeya kuştina jinan jî zêde ye û got, "Em xwe di ewlehiyê de nabînin. Me xwest em ji vê derfetê sûdê werbigirin."
 
‘Em li dijî bêhiqûqiyê li derve ne’
 
Endama TÎP'ê Pinar Alp jî diyar kir ku neheqî heye û ew alîgirê sîstemeke hiqûqî ya ku her kes di şert û mercên wekhev û edalet ji bo her kesî wekhev tê sepandin e û wiha got: "Parlamentera me ya Hatayê jî bi awayekî derqanûnî di girtîgehê de ye. Komên li vir ne aîdên tu  partiyan in. Em bang li her kesî dikin, partiya desthilatdar û partiya mûxalefetê ya sereke CHP'ê jî dikin em dixwazin mafê gelan biparêzin. Ji ber vê yekê em dixwazin hemû siyasetmedar bi vî rengî tevbigerin, dema ku em bi yek bin, ev nîşan dide ku em çiqasî bi hêz in.”
 
‘Em li dijî qeyûman li kolanan in’
 
Xwendekara zanîngehê Ronî Ceylan jî got, "Em weke xwendekarên zanîngehê ji bo parastina mafên hemû gelan li kolanan in."  Ronî Ceylan got, "Em ji bo parastina mafên hemû gelan li vir in. Em ê hem bi boykotên li dijî aboriyê hem jî bi çalakiyan li ber xwe bidin. Em ê mafên xwe biparêzin. Em ji qeyûmên tayînî şaredariyan û qeyûmên tayînkirî yên zanîngehan re dibêjin na.”
 
Li Goztepeyê li dijî Kurdan û jinan gotinên nefretê
 
Ronî Ceylan, diyar kir ku ew bi pankartên zer, sor û kesk çûne çalakiyê û pankart gelekî ecibandin û parve kirin û got, "Lê belê di çalakiya me ya li Goztepeyê de bi awayekî sîstematîk stîkên me yên ku digotin 'Kurd jî li vir li ber xwe didin' hatin rakirin. Li dijî Kurdên li qadê û jinan gelek dirûşmên cidaxwziyê pêş dixin hatin berzkirin."