Rêveberiya Xweser 22'yê Adarê kir betlane

  • 12:53 19 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Newrozê roja şemiyê (22 Adar) ji bo hemû sazî û dezgehên xwe yên fermî wek betlane ragihand.
 
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, giştînameyek bi hejmara 5’an weşand. 
 
Di giştînameyê de roja şemiyê anku 22’yê Adarê ji bo hemû sazî û dezgehên xwe yên fermî wek betlane ragihand.