Rêveberiya Xweser 22'yê Adarê kir betlane 2025-03-19 12:53:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Newrozê roja şemiyê (22 Adar) ji bo hemû sazî û dezgehên xwe yên fermî wek betlane ragihand.   Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, giştînameyek bi hejmara 5’an weşand.    Di giştînameyê de roja şemiyê anku 22’yê Adarê ji bo hemû sazî û dezgehên xwe yên fermî wek betlane ragihand.