'Gelê Kurd li Efrînê li berxwe da'

  • 09:05 17 Adar 2025
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Yek ji şahidên Berxwedana Serdemê Nisrîn Cimo da zanîn bi êrişan vîna Gelê Kurd tu carî naşikê û wiha got:"Dijmin bi çi awayî jî berê xwe bide gelê Kurd wê nikaribe vîna wan têk bibe. Gelê Kurd li Efrînê li berxwe da û vîna Gelê Kurd neşikiya."
 
Di 20'ê Çileya 2018'an de Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) êriş bir ser Efrînê. Di vê heyamê de zêdetir ji 350 hezar hemwelatî neçarî koçberiyê bûne, 663 hemwelatî hatin îşkencekirin û kuştin. Zêdetirî 8 hezar hemwelatî jî hatine revandin. Her wiha ji bo guhertina demografiya herêmê zêdetirî 500 hezar tirkmen û erebên filistînî li herêmê hatin bicihkirin. Her wiha êrişa li dijî xwezaya Efrînê bi birîna darên zeytûnan dewam kir. Niha hîn jî li Efrînê binpêkirina mafên mirovan û sepanên sûcê mirovahiyê dewam dikin. 
 
Têkildarî berxwedana Serdemê yek ji şahidên wê demê Nisrîn Cimo nirxandin kir. Nisrîn Cimo da zanîn Efrîn warê wan e û wiha got:"Tevî vê jî her hêviya me ew e ku em ê vegerin warê xwe. Hêviya me veger e."
 
'Tirkiyeyê bi 72 balafiran êriş kir'
 
Têkildarî berxwedana Serdemê yek ji şahidên wê demê Nisrîn Cimo da zanîn dewleta tirk ji bo nasnemaya gelê kurd tune bike êrişî Efrînê kiriye û wiha got:"Dema ku em behsa Berxwedana Serdemê dikin ji xeynî êşa hat kişandin em berxwedana xwe jî bi bîr tinin. Ji ber dewleta tirk tevî 72 balafirên xwe yên şer jî bi ser neket. Ev êrişa li ser nasname û hebûna gelê kurd bû."
 
'Tirsa me ji balafirên wan tunebû'
 
Nisrîn Cimo da zanîn dema êriş pêk hatine wê jî li dijî êrişên li ser şêniyên Efrînê li berxwe daye û wiha got:"Di destpêkê de di dîroka 20'ê çileyê de 72 balafir bi hovîtî bi ser gel de hat rakirin. Di wê demê de em weke hevjînên pakrewanan li ser karê xwe bûn. Di wê demê de min di şaraderiya gel de kar dikir lê bi destpêkirina êrîşan min yekser berê xwe da nexweşxaneyê. Min li wir ji bo axa xwe xizmet kir. Zarokên Efrînê li dijî balafiran li berxwe didan. Tevî dagirkirina Efrînê jî tu carî tirsa me ji dijmin û balafirên wan tune bû."
 
'Dayikan berê xwe didan çeperan'
 
Nisrîn Cimo diyar kir ku tevî êrişên dijwar wan dîsa jî 58 rojan li berxwe dane û wiha got:"Tevî balafirên dewleta tirk her kes dikir hedef jî 58 rojî bê navber em di nava xebatên xwe de bûn. Me çalakiyên xwe li dar dixistin. Dayik berê xwe didan çeperan û ji şervanan re xwarin amade dikirin. Di êrîşa bi ser gundê Gubelê de gelek kes hatin qetilkirin. Şêniyên Efrînê dema pezê xwe diçêrandin hem ew hem jî pezê wan bûn hedef. Di dema ku cenazeyên wan ji me re hatin goştê mirov û pez tev di nava hevdu de bûn. Cenazeyê zarokek pir biçûk anîn nexweşxaneyê. Her wiha dayika zarokê jî piyê wê jê bûbû. Mirov bi êrişan bûbûn parçe parçe. Jinek jî nîvê canê wê tunebû. Tevî vê hovîtiyê jî şêniyên Efrînê paşde gav neavêtin."
 
'Gelê Kurd li Efrînê li berxwe da'
 
Nisrîn Cimo da zanîn bi êrişan vîna Gelê Kurd tu carî naşikê û wiha dewam kir:"Şervanek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) anîn nexweşxaneyê lê tevî ku jiyana xwe ji dest dabû jî rûyê wê bi ken bû. Sedema rûkeniya wê jî ji ber ku ji bona welatê xwe û li ser axa xwe digihêje asta şehadetê. Her wiha rêhevala min a bi navê Suad ew jî hevjîna pakrewanekî bû. Em bi hev re dixebitîn. Wê jî li berxwe dida. Dema ku cenazeyekî şervanekî ji me re hat em bi hev re çûn da ku em nas bikin lê bi tesadufî derdikeve holê ku ew şervan birayê wê ye. Lê tevî wê êşê pir bi moral û cesaret birayê xwe oxir kir. Dijmin bi çi awayî jî berê xwe bide gelê Kurd wê nikaribe vîna wan têk bibe. Gelê Kurd li Efrînê li berxwe da û vîna Gelê Kurd neşikiya."
 
Pakrewanan dispêrin axê
 
Nisrîn Cimo bi lêv kir ku wan di binê bombebaranê de pakrewan spartine axê û wiha pê de çû:"Di roja dawî de me pakrewanên xwe spartin axê. Herî dawî 42 pakrewanên me di nexweşxaneyê de man lê me biryar stand ku heya em hemû nemirên xwe nespêrin axê em ê ji Efrînê dernekevin. Me bi destê xwe erd koland û pakrewanên xwe spart axê. Wê demê ji ber êrîş zêde bû û gelek gundên Efrînê hatin dagirkirin em mecbûr man ku hema li navenda bajarê Efrînê li pişta nexweşxaneyê erd bikolin û pakrewanan bispêrin axê. Di wê demê de balafirên bê mirov jî li ser me digeriyan û li derdora me bombe dibarandin û hem jî dîmenên me digirtin. Piştî ku Efrîn dagir bû çeteyan ew goristan talan kirin û gotin ev gorek komî hatiye çêkirin lê em gotina wan derew û vala derdixin ji ber ew ne gora komî bû ew goristanek biçûk bû me tê de nemirên xwe veşartibûn."
 
'Zarok hatin qetilkirin'
 
Nisrîn Cimo da zanîn zarok bûne hedefa çeteyan û dewleta tirk û wiha pê de çû:"Tu kêlî di jiyana me de ji kêliya derketina me ya ji Efrînê bi êştir nîn bû. Dema me li paş xwe nêrî hemû hestên êş, jan û xemgînî bûn mêvanên me. Dagirkeriya tirk sîvîl dikir hedef. Gelek kesî di malên xwe de jiyana xwe ji dest dan. Sê zarok di mal de hatin kuştin. Dema dayika wan hat nexweşxaneyê nedizanîbû wê li ser kîjan zarokî de bigirî. Heta kêliya dawiyê jî em li bajarê xwe man û me li berxwe da. Piştre jî berxwedana me dewam kir."
 
'Ya herî qirêj dewleta Tirk e'
 
Nisrîn Cimo bi lêv kir ku çeteyan bi alîkariya Tirkiyeyê êrişî goristanên pakrewanan kirine û wiha got:"Di dema şer de her me pakrewanên xwe li goristana pakrewan Refîq û Seydo spartin axê lê dema ku ji ber şer astengî çêbûn em neçar man ku em goristanek ji Efrînê nêz bidin avakirin. Ew jî goristana pakrewan Avesta Xabûr bû. Li navenda Efrînê me ava kir. Lê belê çeteyan bi piştevaniya Tirkiyeyê êrişî gorên pakrewanên me kirin. Ew çete bi çi mafî nemiran ji bin axê derdixin? Ya herî qirêj dewleta Tirk e."
 
'Hêviya me veger e'
 
Bi van gotina Nisrîn Cimo dawî li axaftina xwe anî:"Dema em ji warê xwe koçber bûn em gelekî êşiyan. Lê belê li gel êşa me her me hîs dikir ku pakrewanên me bi me re ne. Axa me ya pîroz ji çete û terorîstan re ma. Efrîn warê me ye. Mafê me ye em tê de bijîn lê em bi carekê baweriya xwe bi çeteyan naynin. Ya din jî çima ewqas dewlet li hember kiryarên ku bi serê Efrîn û welatiyên wê de hatin bêdeng man, çima bi erka xwe ranebûn? Tevî vê jî her hêviya me ew e ku em ê vegerin warê xwe. Hêviya me veger e."