Jinên Sûriyeyê li ber xwe didin piştgirî têr nake

  • 09:06 5 Çile 2025
  • Rojane
 
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Berdevka TJA ya Mêrdînê Hatîce Oncu da zanîn ku li dijî rejîma cîhadîst ya ku li Sûriyeyê bi destê HTŞ û SMO tê avakirin divê jinên welatên Rojava bi têkoşîna jinên Kurd re tifaqê ava bikin û divê jin ji bo jinên Kurd ne tenê piştgiriyê bidin, bibin pêşengên têkoşîna jinan.
 
HTŞ’ê piştî li Şamê dewlet bidetxist şûnde avabûna dewletek cîhadîst a nerm afirand. Çeteyên Artêşa Milî ya Sûriyeyê (SMO) yên cîhadîst êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ddidomîne.  Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Mêrdînê  Hatîce Oncu da zanîn ku li Sûriyeyê çeteyên cîhadîst şoreşa jinan a rêveberiya xweser hedef digire û Tirkiye hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê tehdîd dike. Hatîce Oncu da zanîn ku li djî vê tehdîdê jinên Tirkiye û jinên welatên Rojava zêde bertek nîşan nadin. Hatîce Oncu bi lêv kir ku jinên rêveberiya xweser ji bo hemû jinên cîhanê têdikoşin û ji bo wan piştgirî têr nake divê pêşengî bê kirin.
 
‘Dixwazin pergaleke wek ya Tirkiyeyê ava bikin’
 
Hatîce Oncu diyar kir ku di rêveberiya hikûmeta ku HTŞ dixwaze li Şamê ava bike de kesên li Tirkiyeyê perwerde girtine hene û ji ber vê jî paragma xwe ji dewleta Tirkiyeyê digire û ev jî paradîgma azadîxwaz a li rêveberiya xweser hedef digire.  Hatînce Oncu wiha got: “Paradîgma azadîxwaz a jinê ekolojîk paradîgma Abdullah Ocalan e. Paradîgma li şamê hatiye avakirin berovajî vê ye. Ya tê hedefkirin paradîgma şoreşa jinê ya li Rojava ye.”
 
‘Şoreşa jinê hedef tê girtin’
 
Hatîce Oncu bi lêv kir ku armanca wan şoreşa jinê tune bikin û wiha got: “Hemû netew dewlet ji bo hebûna xwe li ser piyan bigirin êrîş dikin. Hedef paradîgma li Rojava ye. Em dizanin ku paradîgma li Rojava ji Îmraliyê tê. Li Tirkiyeyê ev paradîgma tê tecrîdkirin. Di 2011’ê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kirin. Cîhadîzm ne tenê li Rojava û Sûriyeyê dixwaze li hemû Rojhilata Navîn bê belavkirn. Ev îro li Tirkiyeyê bi destê Huda Parê tê kirin.Hêz û berxwedana jinên li Rojava çeteyên cîhadîst tune kir. Xetere li Sûriyeyê destpê dike lê ev nîşan dide ku hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê di bin xetereyê de ne.”
 
‘Ne tenê jin hemû civak di bin xetereyê de ne’
 
Hatîce Oncu daxuyakirin ku di pergala cîhadîst de mêr jî ne azadin û wiha vegot: “Têgihiştina ku mêr şer dike û jin ne azad e, civakê dîl digire. Di civakeke ku jin ne azad be, em nikarin li bendê bin ku zarok, ciwan û komên din jî azad bibin. Avahiyên civakî bi hev ve girêdayî ne. Ev jî beşên din ên gel girêdide. Ger îro gelê Kurd azad nebe, ev tê wê wateyê ku Tirk jî ne azad in. Ev ji bo Elewiyan û welatên din jî derbasdar e. Di serî de jin di bin navê olê de li ser esasa netewperestiyê ku tê xwestin ji Tirkiyeyê derbasî dewletên netewe û li hemû cîhanê bibe dest pê dike.”
 
'Paradîgmaya azadiya jinê belav dibe”
 
Hatîce Oncu destnîşan kir ku wek Tirkiyeyê, netew dewlet bi feraseta yekparêz heyî dibin û  wiha dirêjî dayê: “Netew dewlet û zîhniyeta mêr bi hev ve girêdayî ne. Lê bi paradîgmaya li Rojava mehkûmî tunebûnê ne. Em dibînin ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ya hemû gelên li Rojava dijî û em dibînin ku ev sîstem çawa pêşketiye. Nûnertiya wekhev a jinan; Pergaleke ku di nava pergala hevserokatiyê de li hemû qadên jiyanê belav dibe, nîşan dide ku bi rastî jî hene. Ev jî nîşana wê yekê ye ku tevgera jinên Kurd li Bakur bi têkoşînê vê paradîgmayê zindî dihêle. Paradîgmayek bi vî rengî ne li Ewropa û li deverên din, li Rojavayê Rojhilata Navîn derdikeve holê. Nîşana wê yekê ye ku destpêka vê paradîgmayê wê li Kurdistanê li Rojhilata Navîn bi xeta Azadiya Jina Kurd dest pê bike.”
 
‘Piştevaniya jinên welatên Rojava qels e’
 
Hatînce Oncu di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku xwedî li şoreşa jinan derkevin û bi taybet jî divê li welatên Rojava tifaqa jinê bê avakirin û bi hev re têkoşîn bê xurtkirin. Hatînce Oncu wiha dawî lê anî: “Li dijî rejîma cîhadîst ya ku li Sûriyeyê bi destê HTŞ û SMO tê avakirin divê jinên welatên Rojava bi têkoşîna jinên Kurd re tifaqê ava bike û divê jin ji bo jinên Kurd ne piştgiriyê, bibin pêşengên têkoşîna jinan. Tenê piştgirî têr nake divê hemû jininên cîhanê bibin pêşeng.”