UNICEF: 47.2 mîlyon zarok ji warê xwe bûn

  • 20:44 29 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF’ê diyar kir ku di sala 2024’an de ji ber pevçûn û şerê hatiye jiyîn 47.2 mîlyon zarok ji warê xwe bûne.
 
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), daxuyakirin ku li gorî dane û analîzên destê wan de, sala 2024’an ji bo zarokan yek ji sala herî xerab a dîrokê derbasî qeydan bûye. UNICEF’ê her wiha da zanîn ku di sala 2024’an ji her demê zêdetir ji ber şer û pevçûnan zarok ji warên wan bûne.
 
UNICEF’ê da zanîn ku 2024’an de ji ber pevçûn û şerê hatine jiyîn 47.2 mîlyon zarok ji warê xwe bûne.