Bavê Rojîn Kabaîş: Çima tu kes keça min napirse?
- 16:00 26 Kanûn 2024
- Rojane
AMED - Nîzamettîn Kabaîş ku keça wî Rojîn Kabaîş bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, di 2’yemîn danişîna doza Narîn Guranê de li pêşiya edliyeyê bang li parêzeran kir û got: “Çima tu kes keça min napirs e? Keça min hate qetilkirin.”
Xwendekara pola yekemîn a Beşa Pêşdibistanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Rojîn Kabaîş a 21 salî, di 27’ê Îlonê de winda bû û cenazeyê wê di 15’ê Cotmehê de li Perava Mollakasim hate dîtin. Bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş di 2’yemîn danişîna doza Narîn Guranê de hate pêşiya Edliyeya Amedê û ji bo lêkolînkirina mirina keça xwe bang kir.
Bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş bang li kesên doza Narînê dişopandin kir û wiha got: “Çima kesek napirse, hûn çima qet napirsin. Ew hate qetilkirin. Ewqas kanalên televîzyonê hebûn, çima kesek naçe Mollakasimê? Kezeba min dişewite. Min ji bo zanîngehê bixwîne ew şandibû.”