Jinên li Şêx Meqsûdê li berxwe didin

  • 09:58 20 Kanûn 2024
  • Rojane
HELEB - Di çarçoveya girtina tedibîrên xwe yên li dijî şer jinên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê bajarê Helebê têkoşîna xwe dewam dikin. 
 
Bi peyama çi ji me bê xwestin em ê bikin jinên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê bajarê Helebê di domandina berxwedanê de bi israr in. Ji destpêka ku HTŞ'ê kontrola li gelek deverên Sûriyeyê kirine bin destê xwe, ji bo parastina taxa xwe gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê parastina xwe û taxa xwe ji xwe re kirine erka sereke. Bi taybet berxwedanek di van taxan de bi hêz, vîn û moralê jinan hatiye hûnandin dewam dike. 
 
Ji 1'ê Kanunê û heya roja me ya îro jinên taxên Şêxmeqsûd, hem taxa xwe diparêzin, hem jî ji bo têkoşerên ku taxên xwe diparêzin û her roj di çeperan de ne xwarinê amade dikin. Ji demijmêrên sibehê heya nîvê şevê li derdora hev dicivin û bi awayekî komînal xwarinê bi coş û moralekî mezin çêdikên. 
 
Jinên ku xwarinê amade dikin dibêjin:"Ger canekî me hebe em ê ji bo taxa xwe feda bikin."
 
Jinên xwe di her qadê de da îsbatkirin berxwedana xwe dewam dikin û bingeha şerê gelê şoreşger bi saya berxwedan û têkoşîna jinê tê tacîdarkirin.