Di ‘Deng bide azadiyê' de çalakiya xwendina pirtûkan

  • 12:56 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Bi pêşengiya TJA'yê li Îzmîrê di çarçoveya "Deng bide azadiyê" de çalakiya xwendina pirtûkan pêk hat. 
 
Li Îzmîrê ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiya "Deng bide azadiyê" de li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê bi tevlîbûna welatiyan çalakiya xwendina pirtûkan pêk hat. 
 
Di çalakiyê de nivîsên "Hevjiyana azad",  "Di neteweya demokratîk de hevjiyana azad" û "Jiyana mirovan, ji bo pêşketina têgihiştina heqîqetê mucizeyek e" hatin xwendin. 
 
Beriya çalakiyê aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan, axivî û bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku li dijî tecrîdê girtiyan çalakiyek dan destpêkirin û got: "Divê çarçoveyê de me jî çalakiyeke bi vî rengî da destpêkirin. Tecrîd bandorê li tevahiya civakê dike. Îro rêveberê pêvajoyê di bin tecrîdê de ye. Ji bo civak demokrasiyê ava neke û rêvebertiya xwe neke tecrîd tê sepandin."
 
Piştî xwendina mijaran çalakî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.