Hevşaredar Nuriye Aslan sewqê girtîgeha Bunyanê hat kirin

  • 20:44 21 Sibat 2025
  • Rojane
MERSÎN - Hevşaredara Akdenîzê Nuriye Aslan ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û hat girtin, endama meclîsa şaredariyê Neslîhan Oruç sewqê girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê hatin kirin.
 
Di 10’ê Sibatê de hevşaredarên Akenîz a Mersînê yên DEM partiyê, Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan, endamên meclîsa şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan oruç û Hîkmet Bakirhan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û girtin.
 
Hevşaredara Akdenîzê Nuriye Aslan ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û hat girtin, endama meclîsa şaredariyê Neslîhan Oruç  ji girtîgeha Kampus a Tarsuzê sewqê girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê hatin kirin.