Li taxên Curnê Reş ji bo DEM Partiyê eleqe zêde ye

  • 16:01 23 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
 
RIHA -Endamên DEM Partiyê yên ku li taxên Curnê Reş xebatên xwe yên hilbijartinê yên ji ber şewitandina sindoqan ji aliyê AKP'yiyan ve biryar hat dayîn bê nûkirin dewam dikin, hevdîtinên xwe yên bi welatiyan re derî bi derî didomînin. 
 
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê xebatên hilbijartinê yên di 2'ê Hezîranê de ku dê bên nûkirin dewamdikin. Namzetên Hevşaredar ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku beriya hilbijartinê bi çend rojan derî bi derî geriyan, ji sê baskan xebatên xwe berdewam kirin. Bi beşdariya heyeta DEM Partiyê û Parlamenterên Wanê Zulkuf Uçar û Sînan Çiftyürek, li taxên navendî û li gundên Hoşîn, Goktepe, Qûlaplî  xebatên hilbijartinê hatin lidarxistin.