Navenda moral a şoreşgeriyê: Evîn Goyî

  • 09:24 22 Kanûn 2025
  • Portre
Nazlican Nujîn Yildiz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkoşîna bê navber a 32 salan, Evîn Goyî.Wek hevalên wê yên têkoşînê gotiye; hevala rêhevala û navenda moral a şoreşgeriya jinê.
 
Di pêvajoyên ku hebûna jinên Kurd û gel ji kurahî hejiya, gelek jinên leheng berê xwe dan berxwedanê. Têkoşîna azadiyê, ji bo jinên Kurd û gel di temenê biçûk de hat naskirin û têkoşîna ku bi heqîqetê re bû yek û hat meşandinê. Gelê Kurd tevî hemû êşan, bi têkoşîn û bedelan hatin van rojan. Ji bo rastiya Kurd û hebûnê têkoşînek mezin hat dayîn. Yek ji pêşengên vê têkoşînê Evîn Goyî (Emîne Kara) 32 salan bê navber têkoşîn meşand.
 
Jiyana lê hat ferzkirin qebûl nekir
 
Evîn Goyî di 1974’an de li Qileban a Şirnexê li gundê Hîlal hat dinê. Di temenê biçûk de zextên dewletê nas dike û têkoşîna wê jî ji ber vê di temenê biçûk de dest pê dike. Seranserê jiyan xwe peşengî kir û li dijî jiyana kul ê hat ferzkirin di 1988’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
 
Got ‘Azadiya gelê Kurd bi azadiya jinê pêkane’
 
Evîn Goyî azadiya gelê Kurd bi azadiya jinan pêkan dibîne û têkoşîna jinên Kurd bi van gotinan vedibêje: “Ji roja têkoşîn hatiye destpêkirin heta îro, qehremaniya ku jinên Kurd nîşan daye wisa mezine ku vegotina wê zehmete. Asta vê têkoînê di asta herî jor de ye.”
 
Rêgeza wê, jin rêxistinkirî bû
 
Evîn goyî ku di şertên herî zehmet têkoşîna azadiya Kurd û azadiya jinan meşand, bi hişmendiya têkoşîna li çiyan meşand, berê xwe da Rojava û li dijî tarîtiyê têkoşîn da. Evîn Goyî ku di 2012’an de çû Rojava, li dijî tarîtiya DAIŞ’ê têkoşîn meşand û li aliyê din jî ji bo civaka demokratîk kedek mezin da.Ji malan heta taxan jig undan heta bajaran û kantonan diçe her derê. Ji bo Evîn Goyî tespîta ‘ancax jina rêxistinkirî dikare azadbe’ rêgeza herî esas e. Ji bo sazî, ademî û rêxistinbûnên jinan zêde bibin ked û hewldanek mezin dide. Li dijî DAIŞ’ê bi jinan û civakê re hişmendiyê ava dike û xebatên rêxistinbûnê dimeşîne. Evîn Goyî di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de birîndar dibe û ji bo dermankirinê diçe Fransayê.
 
Navenda moral a şoreşgeriya jinê
 
Evîn Goyî her qadê wek qada têkoşînê dibîne û di her şert û mercî de têkoşîna azadiyê dimeşîne. Ligel dermankirinê dest bi xebatan dike. Têkoşîna li her çar alî Kurdistanê meizn kir gîhand Parîsê. Evîn Goyî ji bo hevalên xwe ‘navenda moral a şoreşgeriya jinê’ bû. Hevalên wê ku vê tînin ziman diyar dikin ku hedefgirtina Evîn Goyî ne tesaduf e.
 
Evîn Goyî di 23’ê Kanûna 2022’yan de dema ku ji bo 10’emîn salvegera komkujiya Parîsê ya 2013’yan amadekarî dikir, di êrîşa li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li heman bajarî de, bi Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil re hat qetilkirin. Ev jî bû duyemîn komkujiya Parîsê.
 
Piştî komkujiyê gumanbar bê girtin jî, gumanbarên esas dernexistin holê û dosya nehat ronîkirin. Gelê Kurd diyar kir ku ev komkujî ne tesadufe û plankiye. Hevalên Evîn Goyî ku hevala xwe vegotin, têkoşîna wê dewr girtin û li kolanan hesab pirsîn. Yên îro têkoşîna aştiyê didin, di şopa Evîn, Sara, Rojbîn û Ronahiyê de dimeşin.