‘Em doza maf û hebûna xwe dikin’

  • 09:04 8 Çile 2022
  • Portre
Sema Çaglak
 
AMED  - Dayikên ku jiyana wan bi têkoşînê tijî ye û tu carî zilm qebûl nekirine îro jî li dijî zilm û zordestiyê serî radikin. Yek ji van dayikên serhildêr jî Hasîna Guler a ku law û hevjînê wê  girtî ne. Hasîna, wiha behsa jiyana xwe dike: “Gava ku bi ser mala me de digirtin ji me re digotin hûn çima wekî me nakin. Dixwestin ku em serî bitewînin. Lê me serî netewand û em li pey doza xwe çûn.”
 
Gelek dayikên xwedî rihê têkoşer û berxwedêr pêşengtiya daxwaza aştiyê û demokrasiye kirin e. Ji bo aştiyek mayinde pêk were û zilma li ser gelan rabe xwe kirin mertal û gelek berdelên giran dane ku hê jî didin. Dayikên ku jiyana wan bi têkoşînê têr û tijî ye li dijî zilm û zordestiyê serî radikin. Ji van dayikan yek jê jî Hasîna Guler a ku du xizmên wê girtî ne û niha li Amedê di çalakiya  "Nobeta Edaletê" de cih digire ye.
 
Hasîna Guler di sala 1948 an de li gundê Avşîn ê navçeya Bîsmîla Amedê ji dayik dibe û li wir mezin dibe. Wekî piraniya malbatên kurd malbata Hasînê jî malbatek welatperwer û azadîxwaz e.  Hasîna di 19 salîya xwe de dizewice û dibe dayika 5 keç û 8 lawikan. Jiyana Hasîne bi zext û zordestiya dewletê derbas dibe lê bes wê tu carî li hember vê zilmê serî natewîne û ji bo maf û edaletê têdikoşe. Di heman demê de Hasîne yek ji malbatek ku di “Nobeta Edaletê” ya bi armanca girtiyên nexweş bên berdan û girtiyên ku infaza wan hatiye taloqkirin bên berdan de cih digire.
 
Hasîna Guler Kurê wê Habîb Guler 18 sal û hevjînê wê Siddik Guler jî 27 salin girtî ye. Habîb Guler li Girtîgeha Hêjmar 2 a Kandirayê, Siddik Guler ê 81 salî jî li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtî ye. 
 
‘Li hemberê zilmê serî netewandin’
 
Di salên 90'î de li herêmê polîtîkayek taybet hate meşandin û bi vê yekê zest û zordestiya dewletê derket lutkeyê. Bi taybet ji dawiya salên 1993’yan heta salên 1994’an li herêmê di encama operasyonên leşkeri û şewitandina gundan de bi hezaran gund hatin valakirin û cardin bi milyonan kurd neçarî koçberiyê hatin hiştin. Hasîna wiha behsa wan salan dike: “Wê çaxê li Bîsmîlê jî heman êrîşên hovane hebûn. Leşkeran tim bi ser mala me de digirtin û êrîşan dikirin.  Şêniyên gundê me li pey maf û doza xwe bûn. Di wan deman de dewletê li gundiyan cerdevanî ferz dikir. Lê gundiyên ku li hember vê derdiketin jî dewlet bi ser wan de diçû û zilm li wan dikir.”
 
‘Koçberî hate ferzkirin’
 
Malbata Hasînayê bi cotkariyê debara xwe dikir û jiyana wan li ser zeviyan bi komkirina pembû derbas dibu. Hasîneya ku bi xizanî û zehmetiyê zarokên xwe mezin dike wiha dibêje: “Hem zarokên min hem jî malbata min di xaniyekî de bûn. Ango em nêzî 25 kes di malekê de diman. Min zarokên xwe di van şert û mercan de mezin kirin. Lê wê demê jî zextên dewletê li ser malbata me berdewam dikirin. Hertim gef li me dixwarin, ji me re digotin di nav 24 saetan de vî gundî biterikînin. Rojekê leşkeran dora mala me girtin û di encamê de hevjînê min û tiyê min hatin girtin.
 
‘Em bi rojan li xaniyekî bi kirê geriyan’
 
Hasînayê ku ligel zarokên xwe neçar dimîne gundê xwe biterîkîne li navenda Amedê hewil didin ku bi cîh bibin.  Hasîne anî ziman ku ew bi rojan li Amedê xaniyekî bi kirê geriyane û wiha qala wê pêvajoyê dike: “ Piştî ku hevjînê min hate girtin ji ber zext û zordestiyê em nikaribûn li gund bimana. Em neçar man ku ji  gund derên. Li Amedê jî me nikaribû xaneiyek bi kirê bidîta. Lê di dawiya dawîyê de me xaniyek dît û em lê bi cîh bûn. Lê dîsa jî em hertim di nav fikara ‘wê bi xaniyê me û malbata me bê’  bûn. Ji ber zext û zordestiyan min newêribû ku bi şev rakevim. Zarokên min jî biçûk bûn û min nizanibû ku ez ê çi bikim. Bi vî awayî me sal derbas kirin. Piştre 2 lawên min ez zilm qebûl nekirin û li dijî vê  tevlî PKKê bûn.”
 
‘Digotin hûn çima wek me nakin’
 
Hasînayê destnîşan kir ku zext û îşkenceya dewletê ya li ser wê û malbata wê hem li gund hem jî li navenda Amedê berdewam kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gava ku bi ser mala me de digirtin êrîşê me jî dikirin. Serê min guhê min girtin li romorka wesayitê xistin û diranên min şikandin. Ji ber van zextan hercarê me mala xwe diguhert û em diçûn xaniyekî din. Gava ku bi ser mala me de digirtin ji me re digotin hûn çima wekî me nakin. Dixwestin ku em serî bitewînin. Lê me serî netewand û em li pey doza xwe çûn. Zarokên min girtin di bin çavan de li wan îşkence kirin. Lawekî min ku tevlî PKK ê bibû li aliyê Pasûrê şehîd ket lê me cenazeyê wî jî nedît. Lawekê min ê din jî di pêvajoya aştiyê ya di navbera salên 1999-2004 an de ji bo aştiyê hatibû Heskîfê û bi awayê birîndar hate girtin. Ew niha li girtîgeha Kandirayê girtî ye. Hevjînê min jî li girtîgeha Îskenderunê girtî ye. Hemû zarokên min her yek li cihekê man. Niha tenê 2 keç û lawekî min  ligel min in.”
 
‘Tevî van zextan me ji têkoşîna xwe tavîz neda’
 
Hasînayê daxuyand ku tevî vê zilm û zordestiyê tu carî ji têkoşîna xwe tavîz nedane û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Emrê hevjînê min li zindanê derbas dibe. 27 sal in di girtîgehê de ye. Carekê hate berdan lê dîsa ji nû ve gotin cezayê wî heye û birin girtîgeha Dîlokê. Me çend caran daxwazname şand ku bînin girtîgeha Amedê. Lê beravajiya daxwazên me wî şandin girtîgehên ji me dûr.  Hevjînê min niha 81 salî ye û gelek nexweşiyên wî hene.  Ji dilê xwe 3 caran anjo bûye. Ji çavên xwe emeliyat bûye. Lawê min jî 18 sal in girtî ye. Gava 15 salî bû hate girtin. Ew jî ji çavên xwe nexweş e.”
 
‘Em ê heta dawî doza edaletê bikin’
 
Hasîna di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser "Nobeta Edaletê" ku dane destpê kirin û wiha got: “Ji bo ji rewşa girtiyên me re çareseriyek bê dîtin em ketin nobetê. Em ji bo rewşa wan gelek bi fikar in. Ji bo girtiyên me yên nexweş werin berdan em di vê çalakyê de ne.  Her wiha em wekhevîyê û mirovahiyê dixwazin. Em ji bo aştiyê û edalete nobetê digirin. Em maf û hebûna xwe dixwazin. Ez jî nexweş im. Ez her roj têm, bêguman zor û zehmetiyê jî dikşînim. Hem piyên min û hem jî çavên min diêşin. Lê bes çiqas zehmet be jî heta ku daxwazên me bên bicîhanîn em ê doza edaletê bikin.”