'Berxwedana me û zarokên me dê bidome'

  • 09:03 28 Mijdar 2021
  • Portre
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Besna Gunay a kurekî wê, zilm qebûl nekir û tevlî nava refên têkoşerên azadiyê bû û kurê wê yê din jî di çalakiyên li dijî komploya navneteweyî de hatibû girtin hertim li qadan di nava çalakiyan de cih digire. Besnayê bal kişand ser têkoşînê û  got:"Zarokên me li hember zilma heyî serî hildan û heta dawî jî ez li pey doza wan im. Ew mafdar in û ez ê jî wê dozê biparêzim. Berxwedana me û zarokê me dê bidome."
 
Li hemberî tecrîda girankirî ya 22 sal in li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin her tim dayikan bertekên bi bandor nîşan dane. Di çalakiyan de dayikan pêşengtî kirin û ji bo bibin dengê zindanan xwe kirin sîpera gef û êrişên polîsan. Bi caran hatin girtin, bi erdê ve hatin kaşkirin, di bin çavan de gef li wan hatin xwarin lê belê hertim ji bo wêrekîyê bûn feyz. Heta ku daxwazên wan neyên cih nasekinin û têkoşîna xwe didomînin. Yek ji wan dayikan jî dayika girtiyan û Dayika Aştiyê Besna Gunay e.
 
Dayika Aştiyê Besna Gunay (63) a li Taxa Saraçogluyê ya Mêrdînê rûdinê ji bo çîroka jiyana xwe ji me re bêje derî li me vekir. Besnayê bi eslê xwe jî ji Gundê Barmana girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye ji dayik dibe û mezin dibe. Di 15 saliya xwe de tê zewicandin û dibe dayika 9 zarokan. Besnaya di serî de xwe dide naskirin û wiha dibêje:"Em dayikên kurd an li cenazeyê zarokên xwe digerin, an bi hesreta dîtina wê ranakevin, an jî em li ber deriyê girtîgehan emir derbas dikin." Dayika Aştiyê Besna ya bi vê hevokê kurtejiyana xwe vedibêje û têkoşîna xwe ya lî hember van êrişên dewletê jî ji me re parve dike.
 
Zilm qebûl nekirin
 
Ji dawiya salên 1993’yan heya salên 1994’an lî Kurdistanê di encama operasyonên leşkeri û şewitandina gundan de bi hezaran gund hatin valakirin û car din bi milyonan kurd neçarî koçberiyê hatin hiştin. Gundê Barmanê jî yek ji wan gundan e ku kesên cerdevantî qebûl nekirin ji gund hatin derxistin. Di van deman de gelek êriş li ser mala malbata Besnayê tê kirin û îşkence li wan tê kirin. Ew jî weke gelek gundiyan koçber dibin. Besna û malbata xwe li Taxa Saraçogluyê ya Mêrdînê bi cih dibin. Besnayê diyar dike ku heta ew koçber dibin jî gelekî naskirina wan a rêxistinê tune bû, lê ji ber zilma li wan hatiye kirin girêdanek wan a mezin dest pê dike. Ev jî ji bo wan dibe destpêkek, lê mixabin şert û mercên wan ên jiyanî her ku diçe xirab dibe. Di aliyê aboriyê de pirsgirêkên mezin dijîn û ji bo mezinkirina zarokên xwe jî têkoşînek mezin didin.
 
Zarokên wê li hember zilmê serî rakirin
 
Dîsa ji aliyê dewletê ve êriş bi ser malbata ku li Taxa Saraçogluyê bi cih dibe tê. Kurê Besnayê, Erdal Mardînî ku belavkariya rojnameyê û nûçegîhantî dikir jî bi caran tê girtin û bi îşkenceyê re rû bi ru dimîne. Piştî gef û îşkenceyên li ser Erdal û malbata wî hatin kirin ew vê yekê qebûl nake û di 17 saliya xwe de di salên 2004’an de beşdarî nava refên gerîla dibe. Ew di salên 2009’an de jiyana xwe ji dest dide. Besnayê dibêje:"Hîna min cenazeyê wî jî nedîtîye ez himbêz bikim û sebra xwe pê bînim." Besnayê diyar kir ku ew bi salane bi hesreta dîtina cenazeyê lawê xwe dijî.
 
Li hember tecrîde serhildana yekem
 
Di komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de li hemû bajarên Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê serhildanên gelan çêbûn. Bi milyonan kurd daketin qadan û girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Ev çalakiyana komployê û armancên tasfiyekirina Kurdistanê vala derdixe. Dewleta ku fêm kir bi girtinê tiştek çaresernekir rêbaza xwe guherand. Vê carê êrişî gel kir, di girtîgehan de îşkenceya heyî zêdetir kir û tecrîdê da destpêkirin. Di wan pêvajoyan de, bi hinceta çalakiyên bi heman armancê hatine lidarxistin kurê  Besna Gunay, Abdullah Gunay jî tê girtin û îşkencekirin. Hêrsa li hemberî tecrîdê ya dayika Besnayê û malbata wê hîna di wan deman de pêl bi pêl bilind dibû. Nerazîbûnên xwe bê tirs nîşan kirin.
 
Ew tim bû nîşana wêrekiyê
 
Abdullah Gunay hîna di 16 saliya xwe de siyaseta kurd nas dike û di salên 1999’an de tê girtin. Bi rojan di îşkenceyên giran de dimîne û bi zorê îfadeyê pê didin îmzekirin. Tiştên ku nekirine jî pê didin gotin. Abdullah Gunay ku cezayê muhebet girtiye di girtîgehê de gelek pirtûk nivîsandiye. Li dijî tecrîdê di girtîgehê de jî beşdarî çalakiyên greva birçîbunê bû. Ji derveyî jî dayika Besnayê her tim tevlî çalakiyan bû û xwest bibe dengê girtiyan. Bi axaftin, dirûşm û sekna xwe her tim bû nîşana wêrekiyê.
 
'Em bi hev re têbikoşin'
 
Besnayê di MEYA-DER'ê de cîh girt û herî dawî jî di Meclîsa Dayikên Aştiyê de xebat da meşandin. Di hemû çalakiyan de bi taybetî jî di çalakiyên ji bo tecrîdê tê kirin de cihê xwe digire. Besnaya dibêje ez tu carî natirsim û paşde gav navêjim wiha diaxive:"Ger em têbigihêjin ne tenê girtî hemû malbatên me di tecrîdek girankirî de ne. Jiyana me tim wisa di nava îşkenceyê de ye. Ger em serî ranekin jî wê wisa berdewam bike. Pêwîst e demildest em rabin. Ez bang li dayikan jî dikim, werin em bi hev re li kolanan bin û têbikoşin.