Berxwedanak ji derguşa mirovahiyê berbi sêdarê: Şîrîn Elemhulî

  • 09:10 9 Gulan 2020
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekem siyasetmedara jin a Kurd ya ji aliyê Îranê ve hat darvekirin Şîrîn Elemhulî û sê hevalên wê 10 sal berê hatin darvekirin. Tevî 10 sal di ser darvekirina wan re derbas bûye jî hîna cihên gorên wan nayên zanîn.
 
Şîrîn Elemhulî li ser axa ku berxwedan û sêdaran hev şopandin hat dinê. Di 1984’an de li bajarê Maku ê Rojhilat li gundê Demkîlak hat dinê. Şîrîn û nifşê xwe ji darvekirinan re ne biyanî bûn. Şîrîn û nifşê beriya wê, ji dayikên xwe çîroka darvekirinên kurdan yên di dema Şah de guhdar kiribûn. Êşa 30 hezar kesên ji aliyê rejîmê ve hatin darvekirin di dilê xwe de dihewandin. Ji stranan jî dizanibûn ku jina kurd Leyla Qasim ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye darvekirin. Şîrîn di kevneşopiyeke wisa de mezin bibû.
 
Yekem jina kurd a siyasî ya girtî
 
Rejîma Îranê jî wek hemû hêzên serdest yên ji muxalefeta civakî ditirse, polîtîka xwe ya tirsandin û qetilkirinê ji ser darvekirinan her tim meşand.
 
Şîrîn di 2008’an de ji aliyê pasdarên Îranê ve tê girtin û 25 rojên ewil rastî îşkenca fîzîkî û psîkolojîk tê û piştre dişînin girtîgeha Evînê. Salek şûnde derdixin dadgeha şoreşê ya Tehranê. Dadgeh ji ber têkiliya wê  ya bi PJAK’ê re cezayê darvekirinê dide Şîrînê.
 
Bû paşenga kevneşopiya Leyla Qasim
 
Wek dîktatoriya Saddam ku ji Leylayê xwest nasnameya xwe înkar bike û poşman bibe, rejîma Îranê jî ji Şîrînê hevkarî xwest. Şîrînê di nameya ji malbata xwe re şand de diyar kir ku rayedar dibêjin Kurdbûnê înkar bike û wiha dibêje: “Ez wisa bikim ez xwe înkar dikim.” Şîrînê jî bi sekn û helwesta xwe wek Leylayê bersiv da.
 
‘Her kesî hêz ji wê digirt’
 
Şîrîn tevî hemû îşkenceyan teslîm nebû û di pêvajoya girtîgehê de jî rastî îşkenceyan hat lê tu car teslîm nebû. Merziye Ermîrzade ya bi Şîrînê re 9 mehan di girtîgeha Evînê de ma di pirtûka nivîsandiye de diyar dike ku Şîrîn jineke gelek xurt bû û li dijî îşkenceyan teslîm nebû û wan ji wê hêz digirtin.
 
Biryara darvekirinê
 
Rejîma ku nikaribû Şîrînê ji biryara wê vegerîne dîsa hevkariyê pêşniyar dike. Ji bo lêpirsînê dibin beşa 209 a girtîgeha Evînê. Şîrîn wiha dibêje: “Îdiayên bêbingeh dubare kirin. Gotin bibe hevkar. Bi vî awayî jî qaşo cezayê darvekirinê betal dikirin. Gotin li ber kamerayan tiştên ew dibêjin dubare bike. lê min qebûl nekir. Rayedar got tu alîkarî bidî em te darvenakiin.” Şîrîn dizane ku wê bê darvekirin. Lê tawîzê nade û hewldanên rejîmê vala derdixe.
 
Şîrînê di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin. Bi 4 hevalên xwe re di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin. Şîrîn, Ferhad, Ferzad û Elî piştî hatin înfazkirin, cenazeye wan ji bo otopsiyê birin navenda Şaweyşî û piştre li cihekî nayê zanîn hatin definikrin. Tevî 10 sal di ser darvekirina wan re derbas bûye jî cihê gora wan nehatiye aşkerakirin.