Navê têkoşîna li dijî qirkirina zayendî: Pandîta Ramabaî

  • 09:04 23 Nîsan 2019
  • Portre
Sîbel Ozalp
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pandîta Ramabaî ku di dîroka Hîndîstanê de cihekî wê yê taybet heye, jiyana xwe hemû bi têkoşîna li dijî ‘Kevneşopiya Satî’ ya qirkirina zayendî ya serdestiya mêr derbas kir. Tevî ku rastî lînçê bihata jî ola xwe guhert û di mijara perwerda jinê de bû pêşeng.
 
Yek ji jinên ku li her qadê şoreş afirandin, Pandîta Ramabaî ya li Hîndîstanê li dijî serbixwebûn û perewerdê têkoşîn dayî ye. Pandîta li dijî kevneşopiya Satî ya ku ‘jinên hevjînê wan mirine bi zindî dihatin şewitandin’ têkoşîn da û ji çîrokeke mîtolojîk derket rê û li dijî qirkirina zayendî ya baviksalarî têkoşîn da.
 
Pandîta li Hîndu Brahmîn hat dinê
 
Pandîta Ramabaî Sarasvatî li bajarê Hîndu Brahmîn bi navê Rama Dongre di 23’Ê Nîsana 1858’an de hat dinê. Pandîta perwerda xwe ya ewil ji malbata xwe girt û di malbateke ku ola Hîndu çi emir dikir de jiya. Bavê wê Anant Shastrî Dongre zimanê Sanksrîtî li malê fêrê wê kir. Malbata wê ji ber xela mezin a di navbera 1876-78’an mir. Pandîta bi birayê xwe re li her çar alÎ Hîndîstanê geriya. Di 1878’an de çû Kalkuta. Nivîsên pîroz yên sanskrîtî xwende û navê wê hat bihistin û heta zanîngeha Calcutta çû.
 
Birayê wê di 1880’an de dimre û piştî vê di bi parêzerekî ji Bengallî Bîpîn Beharî Medhvî re li Kalkuta zewicî û keça wê Manorama hat dinê. Pandîta dixwest jinên Hîndîstanê pêş bixe û azad bike. Pandîta bi serxwebûnê bawer kir û ji bo vê balkişand ser perwerdê. Pandîta li Puneyê Komeleya bi navê Arya Mahîla Samaj (Komeleya jinan a Arya) ava kir. Hikûmeta Hîndîstanê di 1882’an de Komîsyona Perwerdê ya Avci ji bo li perwerda Hîndîstanê binêre ava kir. Pandîta daxwazname da komîsyonê ku piştgiriyê bidin perwerda jinan. Pandîta got divê jinên Hînt jî ji bo fakulteyên tipê bê qebûlkirin. Van îfadeyan deng da û heta kralîçe Vîctorîa ya Londonê çû. Hevjîna waliyê Hîsdîstanê Harîor Dufferîn jî çareserî xwest. 
 
Pirtûka ‘Jina Hîndu ya Kasta Bilind’ weşand
 
Pandîta di 1883’an de ji bo dest bi perwerda tibbî bike çû Îngîlîstanê. Di vê pêvajoyê de derbasî ola Xirîstiyaniyê bû. Pandîta 2 salan li DYA’yê û Kanayê ders da. Pandîta li gelek welatî geriya û piştre vegeriya Hîndîstanê li Sharada Navenda Perwerdê ya Jinan ava kir. Pandîta di 1912’an de li herêma Gulbarga a Hîndîstanê Lîseya Xiristiyan ava kir û keça wê jî bû midûra wir. Pandîta di seranserê jiyana xwe de li dijî kevneşopiya qirkirina zayendî têkoşiya. Têkoşîna xwe heta roja mir 5’ê Nîsana 1922’an berdewam kir.