Bi awayekî girseyî serdana şîna rojnameger Nazim Daştan hat kirin
- 14:26 23 Kanûn 2024
- Rojane
AGIRÎ - Serdanên girseyî yên li mala şînê ya li Giyadînê ya ji bo rojnameger Nazim Daştan ê ku bi hevala xwe ya rojnameger Cîhan Bîlgîn re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin, dewam dikin.
Ji bo rojnameger Nazim Daştan ê ku bi hevala xwe ya rojnameger Cîhan Bîlgîn re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin, li Giyadîna Agiriyê şîn hat danîn. MEBYA-DER, TUHAY-DER, Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, DEM Parti çûn şînê.
Hevseroka MEBYA-DER'ê ya Wanê Xanim Kaya da zanîn çapemeniya azad tariyê ronî dikin û ew ê ji ser rêya wan veneqetin.
Piştre parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr da zanîn ev êrişên li ser gelê kurd ne yekemîn e û got divê kurd li gel hevdu bisekinin.