Di Mîtînga Çandiniyê de kampanyaya 'Nan û Edalet' hat îlankirin

  • 21:33 19 Tîrmeh 2024
  • Ked/Aborî
 
MÊRDÎN - DEM Partî li navçeya Qoserê “Mitînga Çandiniyê” li dar xist. Di mîtîngê de kampanyaya 'Nan û Edalet' hat îlankirin. 
 
Partiya Wekheviyê û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di çarçoveya kampanya "Nan û Edaletê" de "Mîtînga Çandiniyê" li dar xist. Mitîng li Qada Otogarê hat lidarxistin. Qada mitîngê bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Welatiyên tev li mitîngê bûn beriya bername dest pê bike li ber muzîkê govendê gerandin. 
 
Welatiyan dowîzên bi nivîsên, "Vejîn li axê hatiye, ax keda destê me ye", “Heke hilberîn tune be dê pêşeroj jî tune be!", "Dest dirêjî keda min, axa min, ava min neke", "Xelk çû hîvê em li pey ceyranê ne",  “Mesrefê zewacê biha ye, genim erzan e" hildan û peyama xwe eşkere dan raya giştî. Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û dirûşmên “Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. 
 
Navê beşdarên mitîngê hat xwendin. Şukran Aktaş li ser navê jinên cotkar derket ser dike û got: “Em ê xwêdana cotkaran li erdê nehêlin. Rojane 13-14 saet li vir tê qutkirin. Ev 20 sal in em vî derdî dikişînin. Em her tim behsa wekheviyê dikin, lê wekhevî nayê herêma me. Ji ber qutkirina ceyranê keda me tune tê hesibandin.” 
 
Serokê Komeleya Cotkarên Qoserê Mîkaîl Erbey jî axivî û dewlet û desthilatdarî ji bo cotkaran tiştekî nake û got: “DEDAŞ’ê êdî cotkarên me bêzar kiriye. Cotkarên me bi pereyên xwe trafoyên xwe dikirin, lê DEDAŞ tê radike û dibe. Ji me re dibêjin dizek. Dizên esil hûn in. Hûn keda vî gelî didizin. Ev pirsgirêk a hemû Tirkiyeyê ye. Em heqê xwe helal nakin.” 
 
Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr jî wiha got: “Em ê destûr nedin polîtîkayên qirêj. Em ê xwedî li axa xwe derkevin.” 
 
Herî dawî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derket ser dikê û xîtabî gel kir û got: "Ger li welatekî şer mezin bibe, çandinî kêm dibe, nan û zeytûnên li ser sifreya me kêm dibin. Divê em van nêzîkatiyên ku Tirkiyeyê hem li hundir û hem jî li dervayê kurdan wek dijmin dibînin, ji holê rakin, statuya wan nas nakin, bi hin dewletan re ji bo tinekirina statuya kurdan hevkariyê dikin, red bikin. Ya ku ji me re lazim e ne siyasetên ku bi hevkariya Iraq, Şam, rejîma Sûriyê û rejîma Îranê re kurdan tune bikin ji bo paşguhkirina kurdan li Rojava û başûrê Kurdistanê, lê hilberîna kesên ku destekê didin şer bi dawî dibe.  
 
Em ê wan bişînin, em ê li kolanan û li qadan şer têbikoşîn û li ber xwe bidin."
 
Mîtîng bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.