‘Divê jin kirdeyê mekanîzmayên biryarê bin’

  • 09:05 12 Îlon 2026
  • Rojane
AMED - Parêzer Çîgdem Ertak der barê qanûna çarçoveyî ku di çarçoveya ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de ket meriyetê, di alî jinan de  nirxand û da zanîn ku divê ne tenê di asta nûneriyê de divê jin bi îrade, fikr û tecrubeyên xwe bibin kirdeya esas  a pêvajoyê.
 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ‘Qanûna Der Barê Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî’ ket meriyetê û bi vê re jî cihê jinan a di pêvajoyê û mekanîzmayên biryarê de tê nîqaşkirin. Jinên ku herî zêde ji pêvajoyên şer û pevçûnan bi bandor dibin, di avakirina aştiyê de ne tenê nûnerî, divê bi îrade, gotin, tecrubeyên xwe wek kirdeya esas a pêvajoyê cih bigirin.
 
Parêzer Çîgdem Ertak der barê mijarê de axivî û anî ziman ku tenê di asta nûneriyê de cih girtina jinan têr nake û got: “Bê guman di asta nûneriyê de tevlibûn girînge. Bi tevahî tunehesibandina vê ne pêkan e.”
 
‘Pêvajo bi kalibên siyaseta serdest nikare bimeşe’
 
Çîgdem Ertak balkişand ser encamên şer ên li ser jinan û wiha got: “Dema em behsa pêvajoyên aştiyê bikin divê em encamên şer yên li ser jinan li ber çavan bigirin.Yên raste rast ji polîtîkayên şer bandor dibin jinin, xizanî tundî û tundiya mêr. Ligel vê teşeyên tundiyê yên şer û pervçûn diafirînin. Ev hemû bandor li jyana jinan dikin. Ji ber vê jî em dibêjin pêvajoyên aştiyê nikare bi kalibên siyaseta serdest bimeşe.”
 
‘Jin tunebin pêvajoyeke demorkatîk ne pêkane’
 
Çîgdem Ertak anî ziman ku ne tenê asta nûneriyê de divê jin bi fikr, îrade û tecrubyên xwe bibin kirdeya esas a pêvajoyê û wiha anî ziman: “Pirsgirêk bixwe di vir de ye. Di vê zîhniyet û sîstematîkê de ye. Ji ber vê pêvajoyeke ku jin têde tune bin, ne demokratîk e. Divê di hemû pêkanîn, mekanîzma û koordînasyonan de jin cih bigirin.”
 
‘Rêbaza heyî pêşiya aştiyê dixitimîne’
 
Çîgdem Ertak  diyar kir ku pêvajoyeke ku jin û aliyên civakî tevli nebin livehkirina civakî û jiyanek demokratîk nake û wiha berdewam kir: “Pêvajoya ku jin ne kirdeya wê ya esas be, bi îrade û tercubeyên xwe tê de tunebe, jiyanek aştiyane û demokratîk pêkan nake, berovajî vê pêşiya aştiyê digire.Rêbaza heyî pêşiya pêvajoyê dixetimîne. Aştî tenê wek bêpevçûnî nikare bê destgirtin. Bi aştiyê em behsa jiyaneke azad, wekhev, adîlane dikin. Qanûneke ku jin têde tunebe statukoyê ji nû ve diafirîne.  Jin li şûna qadên desthilatdariyê mezin bikin jiyaneke wekhev û azad esas digirin.”
 
‘Ji bo aştiyê divê civak esas bê girtin’
 
Çîgdem Ertak di berdewamiyê de anî ziman ku pêvajoyên aştiyê yên jin têde cih girtin, hedefa wan ya ewil ew e ku texrîbatên şer û tundiyê çareser bikin û wiha vegot: “Hiqûq bi rewşa heyî dewletê pîroz dike û statuya heyî diparêze. Ji ber vê jî ger em behsa aştiyê bikin divê ewil hiqûq ji vê ferasetê derkeve. Avakirina mekanîzmayan hiqûqî ji bo aştiyê û civaka demokratîk girînge. Divê rewşa qanûnên heyî biguhere. Terza wan biguhere. Divê TMK bê rakirin.  Divê qanûn di esasa lihevkirin û tunekirina tundiyê de bên amadekirin.”