Komxebat 'Jin û Aborî' ya li Wanê bi eleqeyeke mezin dest pê kir

  • 16:19 13 Tîrmeh 2024
  • Ked/Aborî
 
WAN - Roja ewil a komxebata "Jin û Aborî" ya ji bo du rojan a ji aliyê Kooperatîfa Jinê ya Evîn a Wanê ve hat lidarxistin, li gel tevlibûna nûnerên partiyên siyasî, aborînas, nivîskar, lêkolîner û hevşaredarên şaredariyê bi eleqeyeke mezin dest pê kir.
 
Li Wanê ji aliyê Kooperatîfa Jinê ya Evîn ve atolyeya "Jin û Aborî" ya ji bo 2 rojan hat lidarxistin. Beriya komxebata ku li Salona Konferansê ya Baroya Wanê Cumhur Keskîn pêk hat, pankartên bi kurdî û tirkî yên "Jin aboriya komunal a demokratîk û xizaniyê diaxivin" li salonê hatin daliqandin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a STAR, Jinên Karsaz ên Wanê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), Endamên Akademiya Jineolojiyê, parêzerên jin ên girêdayî Baroya Wanê û gelek nûnrên din ên saziyên sivîl û jinan tevli komxebatê bûn.
 
Beşdar hatin silavkirin
 
Endama Kooperatîfa Jinê ya Evînê Yildiz Çetîn di axaftina vekirinê de spasiya beşdaran kir û yek bi yek mêvan û beşdar dan naskirin. Yildiz, da zanîn ku îro dema ku krîza aborî di asta herî jor de ye ji aboriyê herî zêde jin bandor dibin û got, “Nêrîna hemû jinan ji bo me gelekî girîng e. Ji ber vê sedemê pêşî spasiya hemû hevalan dikim."
 
'Xwasor wek Kooperatîfa Evîn xebatên xwe didomîne'
 
Piştre Seroka Kooperatîfa Evînê Nerîman Çelîk axaftina vekirinê kir. Nerîmanê, diyar kir ku di komxebata 2 rojan de ji bo aboriya komunal bi perspektîfa jinê binirxînin hatine vir. Nerîmanê, diyar kir ku ew ê li ser navê kooperatîfên komînal di aboriyê de cihê jinê dê biaxivin û wiha got: “Me li navçeya Gurpinarê Koperatîfa Jinê ya Xwasor ava kir. Li ser çandiniya zebze, hilberîn, keda destan lêkolîn hatin kirin. Berhemên paqijiyê hain çêkirin. Li şûna Koperatîfa Jinê ya Xwasor em weke Koperatîfa Jinê ya Evînê karê xwe didomînin. Me bi 15 jinan re dest bi rêwîtiya xwe kir û niha dikaneke me ya hilberînê heye. Li vir, em dixwazin bi markakirina kicên xwe yên herêmî çanda xwe pêşve bibin.   Hevalên me yên di kooperatîfê de bi awayekî aktîf dixebitin. Li cil û bergên ku  Mezopotamyayê di hine û dawetan de tên lixwekirin hildiberînin."
 
Piştî axaftina vekirinê slaytek ku tê de dîroka têkiliya di navbera "Jin û Aborî" ya di serdema Kooperatîfa Jinê ya Xwasor û Koperatîfa Jinê ya Evîn de hate nîşandan vedigot hat nîşandan.
 
'Ya ku nîzama civakî diparêze jin e'
 
Pişt re Cîgira Sekretera Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zerrîn Turk axivî, di nava civakê de cihê  jinan di aboriyê de û pêvajoya qeyûm nirxand. Zerrîn got, “Piştî demeke dirêj em niha di bin navê aboriyê de li vir in. Ev hevdîtineke pir girîng e. Berê jî li Wanê me atolye li dar xist. Em dixebitin mîna ku li cîhê ku me lê hiştie  li tiştê ku me winda kiriye digerin. Me serdestiya xwe li ku winda kir? Ez dixwazim li ser vê biaxivim. Aborî çi ye û têkiliya wê bi jinan re çawa ye? Ew tê wateya qanûna malbatê ya ku ji demên kevnar ve heye. Em behsa tiştên girêdayî jinan dikin, cihê ku em jê re dibêjin mal. Em wê weke hebûneke ku nîzama civakî misoger dike dihesibînin. Aborî bingeha çareserkirina van hemû pirsgirêkan e. Em civaka xwezayî wekî referans digirin. Em jin weke girêdana organîk a rasterast a bi xwezayê re, weke heyîna ku tovê yekemîn a aborî çandiye, dinirxînin."
 
'Keda jinan hat desteserkirin'
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî got, “Dema em behsa krîza aborî, xizanî û xizaniya jinan dikin ku roj bi roj kûrtir dibe, em behsa xurtkirin û azadkirina aboriya jinan dikin di rojeke ku hevdem e bi kûrbûna vê pirsgirêkê re.  Di vê wateyê de em vê xebatê pir bi qîmet dibînin. Qada herî bingehîn a ku gav bi gav pirsgirêka civakî tê de cih digire, qada ku jin ji aboriyê tê veqetandin û hewl tê dayîn aboriya jinê bê desteserkirin e. Pêwîste her tim vê rastiyê diyar bike ku bi hezaran sal in pergala baviksalarî, bi taybetî jî desthilatdarî û pergala ku her diçe xwe bi sazî kiriye, herî zêde xwe bi keda jinê afirandiye. Em dizanin ku jiyana azad, jiyana wekhev, jiyana demokratîk, bi kurtasî jiyana jinê ya bijî, tam di pêvajoyên ku keda jinan tê tunekirin û desteserkirin de dest pê dike."
 
Salvegera Komkujiya Zîlan hat bîranîn
 
Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, endama Komîsyona Plana Budçeyê ya Meclisa Mezin a Tirkiyeyê jî wiha got: “Ez gelek kêfxweş bûm ku cara ewil evqas jin bi hev re dibînim. Nêrîna me ji ya mêran pir cuda ye. Ji komîsyona plansaziya budçeyê du jin hene. Aborî wekhevî mirovbûn, aborî wekhevî hişê dewletê ye. Dema ku em diaxivin, em behsa alternatîfên xwe dikin. Beriya veguheztinê li Zîlanê komkujî pêk hat û îro salvegera wê ye. Li nêzî 44 gundan bi hezaran mirov, ciwan û pîr, jin û zarok hatin qetilkirin. Wêneyên ku me berê nedîtine hatin parvekirin. Em bi wêneyên ku leşkeran parve kirine dibînin ku ji wê rojê û vir ve hişê dewletê neguheriye."
 
'Xizmeta tê kirin li gorî jin jê sûdê bigire nayê kirin'
 
Lêkolîner Nivîskar Selma Değirmenci ku mijara budçeyê ya li ser newekheviya zayendî nirxand jî got, “Ji bo ku em bi hêztir bibin û bibin xwedî gotin divê em xurt bibin. Ji bo ku newekheviya zayendî ji holê rabe divê butçe were amadekirin. Dema ku em li pîvana dîrokî ya meseleyê dinêrin ku em wekî Budçeya Zayendî dihesibînin, di sala 1984-an de li Awustralya yekem car tevlêbûna jinan di budçeyê de hate nîqaşkirin. Paşê li gelek welatan hêdî hêdî dest bi axaftinê hat kirin. Dema ku çavkaniyên gelemperî têne veguheztin, pir girîng e ku meriv bibîne ku ew li ku têne veguheztin. Dema mirov li van xizmetan dinêre, mirov dikare bibîne ka xebatek ji bo jinan heye yan na. Bi dîtina ku li kîjan kolanan xebatên binesaziyê yên li bajêr tên kirin jî newekheviya zayendî derdikeve holê. Dema ku tesîseke civakî tê avakirin jî li gorî ku jin jî jê sûdê bigire nayê kirin. Dema ku jin di saziyên civakî de dest bi kar dikin, divê bi baldarî were şopandin ka di demên pêş de berdewam dike an na, an na çimwa dewam nake."