'Ez xwe azadtir hîs dikim'

  • 09:05 23 Tîrmeh 2024
  • Jiyan
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
MANÎSA - Hevseroka Bajarê Manîsayê ya DEM Partiyê Semra Elgormûş di avahiya partiyê de hevserok e, li malê dayik û xebatkara malê ye û li kar dirûnkar e. Semra ku guhertina jiyana xwe ya piştî hatina Manîsayê vedibêje û wiha got, "Ez xwe azadtir hîs dikim."
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ya Bajarê Manîsayê Semra Elgormûş beriya niha bi salan ji Sêrtê koçî Manîsayê kiriye. Semra ku di destpêkê de nekaribu zehmetiya derketina ji Kurdsitanê derbas bike, bi pêşniyara malbata xwe çû Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ji bo endamtiyê qeyda xwe çêkir. Semra ku hesreta xwe ya ji bo ziman û çanda xwebi beşdarbûna xebatên xwe pêk tîne, şahidiya têkoşîna jinê dike û dizanê ku ev yek pê re guhertinekê çêdike. Semra ji ber zehmetiyên aborî, ji bo aboriya xwe bi dest bixe, biryar dide ku kargehekê veke. Semra ku ev 3 sal in karê xwe dike, di heman demê de dayika du zarokan e. 
 
Semra ku di heman demê de Hevseroka  Manîsayê ya DEM Partiyê ye, hem têkoşîna jiyanê dide, hem jî ji zarokên xwe re dayiktiyê dike û Semra, anî ziman ku ev hemû bûne sedem ku bêtir bawariya wê pê bê. Semrayê girîngiya têkoşîna jinê tîne ziman û dibêje ku divê rêxistinbûn bê berfirehkirin.
 
Bi endamtiya HDP'ê re min zehmetiyên ku jiyam derbas kir'
 
Semra ku piştî zewicî ji Sêrtê koçî Manîsayê kiriye, dibêje ku ewil zehmetî kişandiye û vê zehmetiyê bi dûrbûna ji ziman û çanda xwe ve girê dide. Semra ku bi pêşniyara malbata xwe bi çûyîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endametiya xwe zehmetiyên xwe derbas kirine,  wiha got: “Dema ku ez çûm wir û min hevalên xwe nas kirin, min kesên bi zimanê min diaxivîn dîtin û bi wan re sohbet kir. Min qeyda endametiya xwe çêkir, hejmara çend hevalan girt û dest bi hevdîtinan kir. Ji ber vê yekê min li vir tenêtiya xwe piçekî derbas kir. Ez beşdarî çend civîn û çalakiyên gel bûm. Wê demê hemû hevalên me li vir binçav kirin. Wê demê ez jî mecbûr bûm ku bibûma rêvebera partiyê. Ez tevlî rêveberiya bajêr bûm,"
 
'Rûniştina li malê jî ne ji bo min bû'
 
Semrayê, anî ziman ku ji ber zehmetiyên aborî û ducanîbûna xwe mecbûr maye naberê bide karê xwe û piştî ku dayika wê dîsa bi awayekî aktîf beşdarî xebatan bûye.. Semra got, “Min kargeha xwe vekir. Ev sala min a sêyemîn e. Wê demê ez neçar bûm ku bi pereyên ku hevjînê min qezenc dikir bijîm. Mesela ez wê demê nikaribûm biçim şahiyê. Ev ji bo min zahmet bû. Min nedikarî bi keçên xwe re wekî ku min dixwest bigerim. Tenê bi mûçeyek ne pêkan bû. Rûniştina li malê jî ne ji bo min bû. Pêşî, min du makîne kirîn, dikan vala bû. Malbata min, her kesî digot tu nikarî bikî. Hevalê min ji atolyeya xwe piştgirî dan min.  Lê zz niha karê xwe dikim."
 
'Ez xwe azadtir hîs dikim'
 
Semrayê anî ziman ku tevî  herkesî li derdora wê digotin "tu nikarî bikî" keçên wê ew motîve kirine lê keça wê ya bi navê Berfîn jê re gotiye, "Dayê tu hevserok î, tu jî dayik î." pola min, tu rêveberê apartmanê yî, tu diçî partiyan, dayê, tu pir bi hêz î", her çend keçên wê ciwan bin jî ew jî hewldanên wê dibînin. Semra bi gotina, "Gelek caran hatim asta ku dest ji her tiştî berdim" jî diyar kir ku ew li gel zehmetiyan jî berdewam dike û ya rast ev e. Semra amaje bi wê yekê kir ku ji dema bûye hevserok heta niha meşa wê jî hatiye guhertin û got, “Ez xwe azadtir hîs dikim. Ji xwe bawer im êdî. Niha dema telefonek ji min re tê, ez bi rehetî dikarim li derve bi kurdî biaxivim. Dema ku ez nû hatim vir min nikarîbû vî karî bikim. Di her warê jiyana min de gelek guhertin çêbûn."
 
Ji jinên ku pê re xebitîn destek girt
 
Semra anî ziman ku piştîji Kurdistanê hat Manîsayê, bi saya beşdarbûna xwe ya di nava xebatên partiyê de biryar da ku kargehekê veke û got, di vî warî de wê ji jinên ku di nava partiyê de bi wan re xebitiye piştgirî girtiye. Semrayê diyar dike ku hevalên wê jê re gotine ku ew jêhatî ye û divê vê hêza xwe bi kar bîne. Semra ku di kar de jî di warê aborî de zehmetî dikişand, wiha got: “Mînak sala çûy, kirêya kargeha  min hezar lîre bû, îsal bû çar hezar lîre. Bobinek ta par çardeh lîre bû, îsal bû pêncî lîre. Ji ber vê yekê her tişt sê an çar qat bûye. Ev sê meh in ez nikarim heqê BAĞ-KUR'ê bidim. Ji ber ku pir zêde bûye. "
 
'Ez nabêjim gelo dikarim biçim ez diçim'
 
Semra, anî ziman ku dema ew nexebitiye jî pereyê wê tunebûye ku biçe partiyê û xwestina pere ji hevjînê xwe ji bo wê gelek zahmet bûye û wiha got: "Destpêkê min ji hevjînê xwe dipirsî ka ez dikarim biçim cihekî, lê niha ez dibêjim ez diçim."  Semra wiha berdewam dike: “Belê, dibe ku karê te hebe, dibe ku zarokên te hebin, lê tu rastiya vê derê jî dibînî. .Partiya min zimanê min ê dayikê ye, erdnîgariya min e, her tiştê min e. Ez têkoşînê didim ji ber ku ez dixwazim zarokên xwe bi vê baweriyê mezin bikim."
 
'Em hîn dibin ku netirsin'
 
Semra ku bal kişand ser van pêşketinan hemûyan got, “Tecrîd li ser tevahiya gelê Kurd heye. Em hemû bi tiştek re têkoşînê didin. Li hundir li derve li cihê kar û li malan em her di nava têkoşînê de ne. Di rastiyê de em her tim li dijî zilma mêr û tundiya mêr têdikoşin. Mînak, piştî ku min dikana xwe ava kir, hevjînê min hewildanên min dît. Niha em ne tenê diçin partiyê, em diçin bajarên cuda jî. Tu ji tundiya dewletê qet natirsî, tirsa te ji tiştekî nîne. Em fêr dibin ku netirsin. Ez roja ku bûm hevserok hatim binçavkirin. Li wê derê ji min pirsîn, 'Pirsgirêka te çi ye, derdê te çi ye?' Gotin mala te heye, zarokên te hene, dikana te heye. Ew qas xwestin min bitirsînin. Lê dema ku tu ji wan netirsî jî pir li zoara wan diçe."
 
Girîngiya têkoşîna jinê
 
Di dawiyê de Semra destnîşan kir ku têkoşîneke mezin li benda hemû gelan bi taybet gelê Kurd e û destnîşan kir ku sedema vê tecrîd e. Semra got, “Pirsgirêka hemû kesên jiyana demokratîk dixwazin tecrîda ku em pê re rû bi rû ne. Em dikarin bi van pirsgirêkan re rû bi rû bimînin. Lê divê bi têkoşîneke hevpar, hemû jin û ciwan rêxistinbûna xwe divê mezin bikin."