‘11’emîn Pakêta Darazê parçekirina têkoşîna jinan armanc dike’

  • 09:03 27 Cotmeh 2025
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk da zanîn ku pakêtên darazê yên tên derxistin ne tenê qanûn, angajmanên wan ên îdeolojîk jî hene û got pakêta darazê ya nû ku amadekariyên wê tên kirin jî armanca parçekirina têkoşîna jinê dihewîne û di rewşa bibe qanûn de wê gelek sûcan biafirîne.
 
11’emîn Pakêta Darazê ya ji aliyê AKP’ê ve tê amadekirin, li gorî agahiyên di rayagiştî de hatine dîtin bi armanca parçekirina têkoşîna jinê, zêdekirina cezayên li zarokan tên birîn û LGBT+’yan di alî hiqûqî de teng dike. Pêşnûmeya ku hîna bi giştî nayê zanîn, ji aliyê parêzvanên maf, rêxistinê jinan û partiyên muxalefetê ve rastî bertekan tê.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê Burcugul Çubuk der barê 11’emîn Pakêta Darazê ya ku amadekariya wê tê kirin de nirxandin kir.
 
Hewldana parçekirina têkoşîna jinê
 
Burcugul Çubuk da zanîn ku dema 10’emîn Pakêta Darazê hatiye jî beriya wê hinek agahî hatibûn bihîstin û ketibû rojeva rayagiştî û got: “Beriya wê nebza rayagiştî hatibû girtin. Bi taybet bi mutabakatek civakî ya berfireh xwedî li têkoşîna rizgariya jinê hat derketin. Daxwaza têkoşînê ji aliyê mêr û jinan ve xwdî lê hat derketin û hat rewakirin. Ev mutabakat ji ser paçekirina LGBTÎ+’yan hat kirin. Ya rewa kirin ji nûve ava dikin û hewl didin têkoşîna me teng bikin, tune bikin. Tişta dixwazin bikin ev qada tundiya li hember LGBTÎ+’yan serbest bikin. Armanca wan ev e ku bertekên ge biçewisînin.”
 
‘Pêşnûmeqanûn her kesî tehdîd dike’
 
Burcugul Çubuk destnîşan kir ku her tişta ku desthilatdarî dike dibe sedema jiyanan û sûcan rewa dike û wiha bi lêv kir: “Em li dewleteke ku hîna kujerên Ahmet Yildiz nehatine dîtin dijîn. Dewlet bi van pakêtên darazê îdia dike ku sererastkirinên baş dike lê zêdetir zirarê didin. Ev ceza pêk nayên. Pêk bên jî mekanîzma ceza têr nake. Li girtîgehan di ser kapasîteyê de 2-3 kat zêdetir kes dimînin û ewlehiya wan tuneye. Her kes tê tehdîdkirin. Mînak ji jinan re dibêjin dernekevin derveyê rolan. Li mêran jî vê dikin. Pakêtên darazê ne tenê qanûn in, angajmanên wan yên îdeolojîk jî hene.”
 
Burcugul Çubuk diyar kir ku ev pêşnûme sûcê li hember zarokên li girtîgeha Pozantiyê jî rewa dike û wiha domand: “Têgeha ‘zarokên ber bi sûc ve dibin’ bikeve qanûnan jî hîna pêkhatina wê tuneye. Di esasê de mexdûr an jî zarokên ber bi sûc ve hatine birin, maf û rûmeta wan di pêvajoya darizandinê de zirarê dibînin. Bi sererastkirina nû re wê tahliyeyên nû û zararok vegerin. Di her sererastkirina Înfazê de ji sedî 70-80 kes vedigerin. Ev hejmar wê hîn bêtir zêde bibe û sûc zêde bibin. Ev mekanîzma wê sûc, sûcdar û xwegîhandina çete û mafyayê hêsan bike.”
 
‘Bêyî guhertina qanûnan dikarin cezayên giran bên dayîn’
 
Burcugul Çubuk wiha bi dawî kir: “Ji bo zarokan ku ji ber zarokek qetilkirin 24 sal ceza hat dayîn. Xuyaye qanûn bi vê rewşê dikarin cezayên giran bidin. Mijara esas ev e ku şertên hundur bên başkirin û zarok dîsa sûc nekin. Ev girîng e. Li şûna mekanîzmayên ku ketina zarokan a girtîgehan asteng bike, di hewldanên mekanîzmayeke ku zêdetir zarokan digirin hundir de ne. Napirsin ku zarok çima van sûca dikin.”