Ji ber krîza aborî nikarin derman bibin

  • 09:02 9 Hezîran 2024
  • Jiyan
 
Gulîstan Gulmuş
 
DÊRSIM - Gel ji ber krîza aborî nikare hewcedariyên xwe bigirin. Pirsgirêkên tenduristiyê jî ji ber xwe negîhandina dermankirin û dermanan mezin dibin. Dîlber Ozan bi salan e li dijî tumora mêjî têdikoşe û ji ber xizaniya ku her diçe giran dibe nikare derman bibe.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi bilindbûna enflasyonê re, beşek mezin a butçeya xezîneyê ji şer re tê veqetandin, bandora krîza aborî roj bi roj zêde dibe. Krîzê welatî anîne asta ku nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin û di serî de jî tenduristî û dermankirin tê. Dermanên biha, dermankirinên bi pereyên zêde pêşî li mafê tenduristiyê digire. Yek ji malbatên ku ji ber krîz û betaliyê dermankirina wan tê astengkirin li Dêrsîmê ye. Dîlber Ozan ku malbata wê 5 nifûse ji 2012’yan heta niha di mêjiyê wê de tumor hatiye testpîtkirin. Her wiha du zarokên wê epîlepsî, yek nerehetiyên wê yên psîkolojîk heye û hevjînê wê jî nexweşê diyabetê ye. Dîlber û keça xwe Rojda der barê pirsgirêkên tenduristiyê de axivîn.
 
'12 sal in têm dermankirin’
 
Dîlberê da zanîn ku pisgirêkên wê yên tenduristiyê bi salan e heye hîna jî nexweşe û wiha anî ziman: “Ez her tim dermanan bikar tînim. Ji ber nexweşiyê 4-5 rojan di nivînê de dimînim. Carna nikarim kar bikim. Dema diçim derve nikarim bêm ser hemdê xwe. Ji 2022’yan heta niha tumor heye. 12 salan hatim dermankirin û hîna dermankirina min didome. Ji bo dermankirinê çûm Xarpêtê. Lê nikarim pereyê rê peyda bikim. Ez nikarim bixebitim. Mûçeyê min yê teqawîtbûnê heye lê em pê nikarin debara xwe bikin. Sê zarokên min hene. Yek diçe dibistanê. Du hebên din nexweş in. Dermanên wan jî hene. Ez neçarim wan jî bigirim. Debare zehmet bûye. Em nikarin kirê bidin. Du heb nexweşên epîlepsîne. Bila derfetên kar bidin me. Em diçin ÎŞKUR'ê form didin me. Lê piştre kar nadin min.”
 
Dîlberê der barê rewşa xwe de banga hestiyariyê kir.
 
Krîza aborî nexweşiya mezin dike
 
Keça Dîlberê, Rojda Ozan (24) jî destnîşan kir ku ew di alî psîkolojîk de nexweşe û got krîza aborî bandorek mezin li ser tenduristiya malbatê dike û wiha pê de çû: “Kar tuneye. Bavê min teqawît bû em hatin Dêrsîmê. Ez niha betal im. Dema li Stenbolê bûm karê min hebû. Ez bi mûçeyê asgarî dixebitîm. Em hatin vir rewşa me zehmet bû. Mûçeyê teqawîtbûnê têr nake. Kar tuneye. Dayika min nexweşe. Her tim serê wê diêşe. Diçe Xarpêtê û tê.”