Ji Efganîstanê ber bi Wanê ve rêwitiya hêviyê

  • 09:04 19 Gulan 2024
  • Jiyan
 
Rojda Aydin 
 
WAN - Aliye Huseynî, 11 meh beriya niha ji Efganîstanê piştî rêwitiyeke dijwar a 40 rojî gihaşt Wanê. Aliyeya ku welatê xwe gelek hez dikir ji neçariyê bêyî ku cil û bergên bigire, derdikevin rêwitiyeke dijwar. Lê li Wanê jî jiyaneke dijwar û biyanî li pêş Aliye û malbata wê bû. 
 
Bi milyonan kes ji ber şer û xizaniyê, ji neçariyê cih û warê xwe terk dikin. Welatê ku herî zêde penaber lê dijîn jî Tirkiyê ye. Bi taybetî ji bo derbasbûna Ewropayê Tirkiye wek pirek tê bikaranîn. Li Tirkiyeyê herî zêde jî efgan, sûriyeyî û pakistanî hene. Bi taybetî efgan û pakîstanî bi ser Îranê re derbasî Tirkiyeyê dibin. Piştî rêwitiyeke dijwar Wan, ji bo efganan dibe rawestgehek. 
 
Di sala 1996’an de Efganîstan di destê Talîbanê de bû, di sala 2001’ê de bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (ABD) Talîbanê kontrola xwe li Efganîstanê winda kir. Lê belê di sala 2021’ê de careke din Talîban li Efganistanê serdes bû. Piştre li vir jiyaneke bi tund dest pê kir. Bi taybetî jî ji bo jinan. Pêkanînên tund ên salên 1990’an carekdin ket meriyetê. Dibistan li zarokên keç û jinan hat qedexekirin, derketina jinan a bi tena serê xwe li kolanan hat qedexekirin û cil û bergên jinan û burka li jinan hat ferzkirin û hwd. 
 
Yek jî wan cih û warê xwe ji ber zextên Talîbanê terk kir Aliye Huseynî ya 19 salî ye. Aliye, bi malbata xwe ve 11 meh beriya niha hatiye Wanê. Aliye ji ajansa JINNEWS'ê re axivî û behsa rêwitiya xwe kir. 
 
Aliye ya ku ji bajarê Heratê ya Afganîstanê ye, beriya ku Talîban welatê wan bi dest bixe destnîşan dike ku jiyana wan gelek xweş bûye û zarokên keç dikaribûn biçin dibistanê. Aliye ku heta pola 9’an dibistanê xwendiye, piştî ku Talîban welat bi dest dixe şûnde, xwendina dibistanê li zarokên keç qedexe dike. Ji ber vê yekê jî Aliye êdî nikare xwendina xwe ya dibistanê bidomîne. Li dijî vê yekê ew jî di mala xwe de perwerdehî û xwendina xwe bi rêya pirtûkan domandiye.
 
Pêkanînên Talîbanê
 
Aliye, wiha behsa çîroka xwe dike: “Piştî ku Talîban hat, destûr neda jin biçin dibistanê û bi tu awayî perwerdeyê bigire. Ji ber vê yekê ez jî heta pola 9’an çûm dibistanê. Piştî Talîban hat ez êdî nikaribûm biçim dibistanê. Li wê derê jiyan ji bo jinan gelek zor û zehmet e. Ji ber ku Talîban li vir dibêje ‘Jin ne mirov in’. Tu carî destûrê nedidan em jiyana xwe bi rehetî bidomînin. Destûr nedidan ku em biçin dibistan û qursan jî. Her wiha li wir nahêlin ku em herin sûk û bazarê jî. Talîban destûr nedida ku jin bi tena serê xwe derkevin derve. Dema ku Talîp li kolanê jineke bi tena serê xwe bibînin, yekser îşkence li wê dikin. Dipirsîn ‘Tu çima tenê yî? Hevjîn, bira û bavê te li ku derê ye?’ Li Afganîstanê li nava kolanan bi kevir û qamçiyan jinan dixin. Neçar dihêlin ku jin bi vî rengî bijîn. Jinên wek min hinekî bi şens in. Em wek malbat hatin welatekî din û em hinekî rehet bûn. Jinên ku li wir dimînin jiyaneke wan pir xerab heye. Ji bo ku ez bixwînim min nedixwest zarokên min çêbibin. Ji ber ku min bi tenê dixwest bixwînim. Ji ber ku Talîbanê nehiştin ez biçim dibistanê û jiyan li wir pir zehmet bû em hatin Tirkiyê û piştre ez bi zaroka xwe ya yekem ducanî mam. Li wir destûr nadin jin bixebitin.”
 
Talîban bi ser mala wan de digire
 
Aliye, di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku xezûrê wê helbestvan û nivîskar e û di heman demê de mamoste ye. Aliye, da zanîn ku piştî Talîban dibistanan ji bo jinan qedexe kir şûnde ji bo jin perwerdehiyê bigirin xezûrê wê di malê de bi veşarî perwerde dida. Talîbanên ku piştî dibihîzin perwerde tê dayîn bi ser mala Aliye ve digire û ji wan re dibêjin “Me li jinan dibistan qedexe kir, hûn çima li vir perwerdehiyê didin?” Bi ser girtina malê de xezûrê Aliye te binçavkirin û hefteyekê îşkence lê tê kirin. Aliye ku di dema axaftina xwe de dibêje ew hefteyekê nizanibûne rewşa xezûrê wê çawa bûye û wiha didomîne: “Hevjîna min revî û xwe xilas kir. 3-4 hefteyan nehat malê. Ji ber ku Talîban hevjîna min digeriyan. Piştî hefteyekê xezûrê min hat berdan û Talîban got ‘Herin mala xwe, em ê tiştekê bi we nekin". Lê belê ev yek lîstikek bû. Ji bo ku hevjîna min bigirin vê yekê gotin. Ji ber vê yekê hevjîna min jî nehat malê. Sedema lêgerîna hevjîna min jî ew bû ku; li ser medyaya civakî ji ber mafê jinan parast û ji bo mafê jinan helbest nivîsî bû.”
 
Rêwîtiya 40 rojê
 
Ji ber ev pêkanînên Talîbanê Aliye û malbata wê neçar dibînin welatê xwe terk bikin. Aliye, dibêje ku dema ew ji Afganîstanê derketine, neçar mane ku birevin bêyî ku yek ji cil û bergên xwe jî hilgirin, her tişt li pey xwe hiştine. Aliye û malbata wê ji çiyan bi peyatî ber bi Wanê ve dikevin rê û 40 rojan ji neçariyê li çiyan jiyana xwe domandine. Piştî rêwîtiya 40 rojî Aliye bi malbata xwe ve xwe digihije Tirkiyeyê û wiha didomîne: “Heta ku em hatin Tirkiyeyê 15 caran hatin girtin û her carê jî polîsên tirk em radestî polîsên Îranê kirin. Ew 40 rojê ku em di rê de bûn jî xwarina me tunebû. Tenê nanê me yê hişk hebû û tiştekî din ê xwarinê tunebû. Polîsên tirk, li ser sînor em girtin û min ji wan re got ku xezûrê min nivîskar e. Ji ber ku çend pirtûkên wî yên nivîsandîbûn bi me re hebûn. Pirtûkên xenzûrên min hildan, ji xeynî pirtûkan şîr û dermanên me ji bo zarokê me hebûn, wan jî hildan. Polîsên tirk li ser sînor gelek îşkence li hevjîn, xezûr û xesûya min kirin. Wan em vegerandin Îranê, lê em dîsa hatin. Ji ber ku em neçarbûn, tu çareyek din tunebû. Ger Talîban nehatana me nedixwest welatê xwe biterikînin. Ji ber ku her kes ji welatê xwe hez dike, em jî welatê xwe hez dikin. Lê diviyabû em bên vir. Herî dawî me sînor derbas kir û em hatin Wanê. Dema em nû hatin, em 3 rojan li parkê raketin. Ji ber ku me nizanîbû em bi ku ve biçin. Piştre me li vir malbatek Afgan nas kir. Ji ber ku me bi tirkî nizanîbû me nizanîbû em ê çi bikin. Ew malbat alîkariya me kir. Em bi alîkariya wan çûn kampa penaberan. Li wir nasnameyên demkî dan me û em xistin bin parastinê. Piştre me ji xwe re malek girt. Me heya niha 3 mal guherand. Xaniyê ku em berê lê diman xwediyê xanî bi hinceta xwaniyê xwe hilweşîne me jê derxist.”
 
‘Dahata me pir kêm e’
 
Aliye, da zanîn ku malbata wê ji 8 kesan pêk tê û bi tenê hevjîna wê dixebite û wiha behsa jiyana xwe ya Wanê kir: “Destûra me ya xebatê tune, ji ber vê yekê hevjîna min di sananiyê de dixebite. Ez ji ber ku ducanî me nikarim bixebitim. Xezûr û xesûya min jî ji ber temenê wan mezine nikarin bixebitin. Yên dinê jî zarok in. Lewra hevjîna min tenê dixebite. Hevjîna min karê ku dixebite de 7 hezar TL distîne. Dahata me pir kêm e û şert û mercên jiyanê jî pir zehmet in. Çend zarok hene û ez ducanî me, lê ev dahat têr nake. Kirêya mala me hezar û 700 TL ye, lê fatûreyên ceyran, av û gazê jî hene.”     
 
Bijîşk lê mûayene nekir
 
Aliye, destnîşan kir ku piştî hatine Wanê şûnde ne bi tenê di hêla aborî de her wiha hêla tenduristiyê de jî gelek pirsgirêkan jiyane. Aliye, wiha pê de çû: “Dema ku ez çar mehî ducanî bûm, çûm nexweşxaneyê da ku zayenda pitika xwe hîn bibim. Lê tevî ku min randevû girt jî bijîşk min nenêrî. Ew ducaniya min a yekem bû û piştî heft mehan min karî zayenda pitika xwe hîn bibim. Bi gelemperî derman û vîtamîn hene ku divê ji destpêka ducaniyê ve werin girtin, lê ji ber ku bijîşk muayene nekiri min nikarîbû dermanan bixwim. Ez niha heşt mehî ducanî me û ev mehek e vîtamînên ku divê bixwim dixwim. Ez çûm beşa lezgîn a nexweşxaneyê, min xwîn da, min ji wan re got êşa min heye û min pirsî ku ez çi bikim ji ber ku ez pênc mehî ducanî bûm. Ji min re gotin bijîşk tuneye. Ger ku ez ducanî nebûma min ê biçûya ji dermanxaneyê dernamek bigirta. Lê belê ji ber ducanîbûm nikaribûm tiştekê wisa bikin. Min ji wan pirsî dikarim çi bikim, lê ji min re gotin ‘Em nikarin tiştekê bikin û ji destên me tiştek nayê’. Piştî ku min nasnameya xwe nîşan da şûnde gotin bijîşk tuneye.”
 
‘Şert û mercên jiyanê gelek zehmet e’
 
Aliye, dawiya axaftina xwe de got xaniyên ku lê dimînin gelek xirabe û got ku xaniyên wan hemû rûtûbet e û ferdên malê hemû nexweş in. Aliye, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber rûtûbeta malê zêde ye xaniyên me hemû dilop dike. Şert û mercên jiyana me gelek zor û zehmet e. Li gel zehmetiyên ku em dijîn. Em tenê dixwazin ku bila mirov li hemberî penaberan bila hestiyar bin.”