Parastina zimanê Kurdî peywira sereke ye

  • 09:02 21 Sibat 2026
  • Ji Pênûsa Jinan
Zimanê Kurdî hêvî û nasnemaya Gelê Kurd e. Bi vê hêvî û nasnameyê em her tim têkoşîna xwe ya bi salan dike. Ev têkoşîn wê bidome. Li dijî hemû êrişên sîstematîk parastina zimanê Kurdî yek ji peywira sereke ye. Ev di heman demê de berpirsiyariyeke wijdanî ye. 
 
Gulan Zozan 
 
Divê ti rojeke me bê dîroka kurdewariyê vala neçe ku her tim hebûna me li ber çavên me be. Yek ji jêderka herî girîng a hebûna me jî zimanê me ye. Divê em li her derfetên ku bi têkoşîna me hatiye dayin binirxînin. Divê em perwerdeya bi zimanê dayikê bixwazin û esas bigirin. Her wiha divê em hemû malbat û mamosteyên berpirsyarên ziman balê bikşînin ser dersên Kurdî yê bijarte jî. Her çiqas em bibêjin ev ne bes e jî lê belê em hewl bidin ku zarok qeydên xwe çêbikên û ev bibe bingeheke perwerdeya ji bo zimanê Kurdî. Gelek caran malbat dema ji bo serdana dersên bijarte jî diçin lê belê geh dibêjin form tune ye ger dibêjin mamoste tune ye. Divê em kurd li hemberî vê zihniyetê li berxwe bidin. 
 
Divê wekî roja zimanê dayikê hemû rojên xwe bi çand, ziman û hunera xwe bixemilînin. Helbet berî her tiştî divê ziman ji bo me li pêşiya her tiştî be. Çimkî ziman te dide naskirin, ziman hebûn û tinebûna te diyar dike. Ji ber wê jî hemû hewldanên me divê ji bo zindîbûna zimanê Kurdî be. Her wiha divê em her tim di qada ziman de xwe nû bikin. Her çiqasî em ji bo ziman, di sazî û komeleyn de rêzepanelan jî çêbikin her çiqas em xebatên wekî dinê jî bikin ev ne bes e. Divê em her tim bi tiştên nû xebatên ziman bikin. Nûbûn, balkişandin divê peywira her ferdekî be.
 
Kedkarên ziman û heta her hunermend her wêjekar, şanoger, zimanparêz divê peywira xwe bi cih bînin. 
 
Bi zimanê Kurdî em dakevin kolanan. Bila şanogerên kurd ne di salonan de li kolanan şanogeriya xwe nîşanî gel bidin. Bila wêjekar rojên xwe yên îmzeyê, xwendina helbestên xwe rojên xwe yên edebiyatê ne tenê di hundiran de, carcaran jî bila li ber çavên her kesî çêbikin û di nav gel de li kolanan çêkin. Ya din şaredarî bixwe jî dikare bi kar û xebatên xwe re berê frekasyona xwe û girseya xwe bidin ziman. Ya girîng dîsa xebatên ber çavan e ku her kes bibîne, kar û xebatên di hundiran de wekî salon û li sazî û di derên girtî de çêdibin zêde bandorê nakin. 
 
Divê zarok bibînin ciwan bibînin dayik û bav bibînin û her kes bibînin.
 
21'ê Sibatê roja Zimanê Zikmakî yê Dayikê ya cîhanê li dinyayê belav bûye ku her kes karibe bi zimanê xwe biaxive. Em kurd jî ji bo zimanê me li ser piyan bimîne divê em her tim li berxwe bidin. Jixwe wer kiribûn ku êdî dayik û bavên me ciwanên me ji zimanê xwe fedî dikirin ku biaxivin. Ji wan re wer dihat ku ên bi Kurdî biaxivin kêmî mirovên bi tirkî diaxivin e. Lê îro rewş guheriye îro her kes xwe nas dike û qîmetê didin zimanê Kurdî û diaxivin. Êdî ji doktoran bigre heta xwendekarên zanîngehan. Bala min dikşîne xwendekarên zanîngehan serserkî li pirtûkên kurdî dîroka Kurdî digerin.
 
Helbet di vir de jî nivîskarên divê rola xwe baş bilîzin hene.  Bi taybetî jî nivîskarên jin ku bi tehmek dayikî ku ev çend salên dawî ewqas berhemên xwe yên bi Kurdî diafirînin ev jî digihêje ber destên xwînerên ku li tehma zimanê Kurdî digerin digihîje armanca xwe. Çima min got berhemên Kurdî yên jinan girîng e. Di vir de, ji ber ku bi rastî ji berhemên jinan tehma hestên dayikî jê tê ji ber wê jî ziman balê dikşîne.
 
Meriv dema berhemên jinan dixwîne tu bala xwe didiyê gotinên pêşiyan, gotinên kevnar tê de hene. Gotinên dengbêjiyê ku bi salan e bi dengbêjiya xwe ya devkî jinan li ser nigan hiştiye tê de heye ev jî ziman zindî û bi tehm dike.